Ji bo rakirina bişaftin û astengiyên ser ziman boykot
09:31
Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED - Sala perwerdehiya 2015-2016'an di 28'ê îlonê dest pê dike. Wek her sal îsal jî di hefteya perwerdehiyê de li Kurdistanê dibistan dê bên boykotkirin. Meclîsa Astengdaran a Konseya Bajêr a Amedê jî banga boykotê kir. Endama Meclîsê Panayir Çelik anî ziman ku divê her malek bibe dibîstanek ew dikarin bi vi şiklî li hemberî bişaftinê bisekinin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Navenda KURDÎ-DER'ê ji bo zimanê kurdî di dibistanan de bibe zimanê fermî bang li gelê kurd kir ku ji 28'ê îlonê pêve hefteyekê dibistanan boykot bikin. Li Kurdistanê hemû sazî û rêxistinên sivîl jî piştgiriyê didin vê bangavaziyê. Meclîsa Astengdaran a Konsaya Bajêr a Amedê jî di nav van saziyan de ye. Endama Meclîsê Panayır Çelik wiha got "Hemû gel bi zimanê xwe perwerdê dibinîn lê gelê kurd bi zimanê xwe perwerdê nabîne. Ev qedexe kirin gelê kurd qebul nake.
'Girtina zimanê dayikê maf e'
Panayir diyar kir ku mafê zimanê girtina dayikê ji hemû Cîhanê mafekî mirovahiye û ev tişt got; "Çawa ku hemû Cîhan bi zimanê xwe perwerdê dibîne, em jî dixwazin bi zimanê xwe perwerdê bibinîn. Girtina zimanê dayikê maf e, em jî vî mafî dixwazin. Kurd piştre nehatin Cihanê, dema ku Cihan hate sazkirin kurd jî hebûn, ji Cihanê hemû mafên hene kurd jî xwedî wî mafî ne. Ji ber vê yekê jî em jî dibên, perwerdeya zimanê dayikê maf e. Divê êdî ev maf di zagonan de bibe maf û di dibîstanan de edî em perwerde bibinîn."
'Navê erdnîgariya Kurdan Kurdîstane, zimanê wan jî Kurdi ye'
Panayir da zanîn ku Kurd bi salane li ser axa Mezopotamyayê dijîn û bi çanda xwe ve hene û wiha pê de çû "Her erdnîgariyek navê wê heye navê erdnîgariya Kurdan jî Kurdîstanê,zimanê wan jî kurdî ye. li Tirkiyê zimanê me bi pereva nîşanê me didin. Ev jî bo kurda heqarete. Em vê yekê tu caran qebûl nakin. Hilbijêrên vî welatî bi perava zarokên xwe naşînîn leşkeriyê. Şer dikin lê zarokên perê wan nîn in tên kuştin. Bi pera va zimanê me dikirin. Zimanê me kurdî ye lê zimanê tirkî ve perwerde didin me em vê yekê qebûl nakin.
'Kurd bi Perwerdê ya tirkî ve çanda xwe dur dikevin'
Panayir wiha got "Kurd bi Perwerdê ya Tirkî vê tu tiştekî qeneç nakin. Kurd bi vî şiklî çanda xwe dur dikevin em tu caran vê yekê qebul nakin. Em dizanin boykot ne çareseriyê lê divê edî navekî vê hebe. Her sal dibibtan tên boykot kirin lê neçareseriyekê demdariye. Divê malbat zarokên xwe neşinîn dibistanê bel kî ev yek bibe çareserî. Divê hemû mal bibin dibîstan û ji bo ziman divê zarokên temellî neçin dibîstana. Em çanda xwe û zimanê xwe dixwazin bijîn û bielimin. Divê mafê zimanê bê dayîn."
(pk)