Jin dibêjin 'Goristan xeta meya sorin, xetê derbas nekin'
10:44
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED - Di nava bi hezaran welatiyên li hember êrîşên ser "Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîsê yê Lîcê bûyîn mertalên zindî di navê de jin balêdikişînin. Dayîkên ser gorên zarokên xwe duayan dikin diyar kirin ku ew êrîşên ser manewiyata xwe na pejirînin û gotin: "Goristanên me xeta me ya sorin, xetê derbas nekin."
Ji bo astengkirina êrîşên polîtîkaya şerê AKP'ê ser goristanên gerilayênb HPG û ARGK'ê yên di nava "Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" de Şaxa MEYADER'a Amedê dest bi çalakiya nobetê kiriye. Rêxistinên civaka sivîl, sendîka û malbat tevahiya şevê ser goristanê bûn. Di çalakiya du rojin ber dewam dike de zêdebûna hijmara jinan balê dikişîne. Ji jinên beşdarî çalakiyê bûne Hatun Aslan da zanîn ku tehmûla dewletê ji berên kurdan re jî nîne û got: "Ji bo xwedîderketina li goristanên xwe em li vêderê di nobetê denin. Emê desturê nedin tenê berek vêderê jî ziyanê bibîne."
'Dixwazin hestiyên zarokên me li çiyayan bê xwedî bimînin'
Hatun wiha berdewam kir: "Heya em saxbin emê li peyî şehîdên xwe bin. Bila êdî destê xwe ji me û gorisatnên me bikişin. Tehmûla wan ji goristanên me re nîne. Dixwazin hestiyên zarokên me li çiyayan bê xwedî bimînin. Heta ji hestiyên me jî ditirsin. Bila êdî destên xwe yên qirêj ser me rakin. Zarokên me qetilkirin em geriyan me hestiyên wan dîtin û anîn. Niha jî çavên xwe berdane gorên wan. Banga min ji bo dayîkên kurd û tirkan hene li mezarên zarokên xwe xwedî derkevin. Bila hemû malbatên ku zarokên wan divê goristanê denin bên li vêderê. Hîna ji şer têr nebûne. Zarokên me qetilkirin têr nekir niha jî êrîşî nirxên me yên manewî dikin. Mizgeft, cem eviyan û goristanan tine dikin. Ji ber ku li ser kêlan navê qehremanên me dinivîsin tehmûla wan nîne. Qehremanên me ew tirsandine êdî ji gorên wan jî ditirsin."
'Bila hemû malbatên şehîdan bên li vêderê nobetê bigirin'
Saliha Çerbaşi jî bilêv kir ku ji bo parastina Kurdistanê zarokên wan canê xwe feda kirine, ew jî niha ji bo parastina gorên zarokên xwe di çalakiyê denin û wiha dom kir: "Bila hemû malbatên şehîdan bên li vêderê nobetê bigirin. Du car Erdogan bû serokwezîr paşê bû Serokomar herî dawiyê jî dixwaze bibe qiral, lê kurdan destur neda. Hemû nefreta wî ji bo vê ye. Heya êrîş berdewam bikin emê li vêderê bin. Zarokên me qetilkirin, emê vêcarê desturê nedin gorên wan xira bikin."
'Me bi kedek mezin ew zarok mezin kirin'
Raziye Işiktaş a di çalakiya nobetê de jî wiha axivî: "Şehîdên me xeta me ya sore, xetê derbas nekin. Çima bi manewiyata me û goristanên me re mijul dibin? Me rehet naberdin. Hilbijartin kirin biserneketin, carekdinê dixwazin hilbijaretinê bikin, vêcarê jî dizanin sernakevin vêca wiha bi hovane êrîş dikin. Zarokên me qetildikin, êdî bese ve çî belaye. Em li vêderê li piş serê zarokên xwe yên ku me bi hezar zoriyan mezinkirine nin. Ev gorên zarokên mene, mafê kesê nîne destê xwe dirêjî bikin."
'Êdî tevlî mirî û mayên me nebin'
Raziye anî ziman ku her roj ew ser gora zarokên xwe duayan dixwînin û wiha got: "Hemû duayên me jî ji bo aştiyê ne. Êdî destê xwe nedin mirî û mayên me. Heya ev êrîş neqedin em ji vêderê bi ti cihan ve naçin, emê bi vî temenê xwe yê mezin goristanên xwe biparêzin. Divê her kes bên li vêderê şehîdên xwe biparêzin. Bila bên hêzê bidin me. Heya em hebin li ser dinê emê li peyî Rêberê xwe şehîdên xwe, gerila û gelê xwe bin. Ewan ji bo me canê xwe feda kirine. Ez çavên ciwanên me yên ku ji bo jiyana me canê xwe feda kirine maç dikim."
(zt)