Di hefteya 351'an de jî Dayîkên Şemiyê li hev kombûn

13:03

JINHA

ŞIRNEX – Dayikên Şemiyê li Cizîrê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin hatin cem hev vê hefteyê jî aqûbeta Mehmet Omeroglu û Ahmet Şayik ên li gundê Dorukluyê hatin binçavkirin û windakirin pirsîn.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê Dayikên Şemiyê vê hefteyê cara 351’emîn ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di salên 90’an de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin bi şîara “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” hatin cem hev û li kolana Hunerê çalakî li dar xistin. Malbatên ku di 4-12’ê îlonê de 21 xizmên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qitilkirin jî bi wêneyên xizmên xwe ve tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Nûnere ÎHD’ê yê Cizîrê Abdulkerîm Pusat axivî û diyar kir ku li Kurdistana ku qatlîam tê jiyîn di du mehên dawî de şer careke din hatiye gurkirin û nirxandina “Li ser van qatlîaman 21 welatiyên ku di demên dawî de hatin qetilkirin jî zêde kirin. Ev malbatên me yên ku ligel tên qetilkirin jî aştiyê diqêrin hê jî dixwazin qêrîna wan bê bihîstin” kir.

Piştre jî çîroka windakirina Mehmet Omeroglu û Ahmek Şayik ên ku di 7’ê çileya 1994’an de dema ji Deriyê Sînor ê Xaburê vedigeriyan û ji aliyê leşkerên di wesayîtekî sivîl de hatin rawestandin û careke din ji wan agahî nehat wergirtin hate vegotin.

Piştî axaftinan xizmên windayan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.

(zt)