Cenazê 3 welatiyên li Elkê hatin qetilkirin hatin girtin
13:04
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyên 3 welatiyên di terora dewletê de li Elkê hatin qetilkirin hatin wergirtin. Cenazeyên Ahmet Temel û kurêwî Behçet Temel ji bo defin bikin şandin Elkê. Cenazeyê Alya Temel jî şandin Edeneyê.
Duh hêzên dewletê li Elkê terora dewletê pêk anî. Hêzên dewletê di êrîşa topên hawanê de li gundê Sertkarê ji malekê 3 welatî hatin kuştin. Cenazeyê Ahmet Temel û kurê wî Behçet Temel û Ayla Temel rakiribûn nexweşxaneya Dewletêya Şirnexê. Piştî rapora otopsiyê malbatê cenazeyê Ahmet Temel û Sehcet Temel ji nexweşxaneyê girtin û ji bo defin bikin birin Elkê. Cenazeyê Alya Temel jî şandin Edeneyê.
(zt)