Ji lutkeya Çiyayê Cudî dayîkan banga xwedîderketina li nirxan kirin

13:12

JINHA

ŞIRNEX - Dayikên aşitiyê yên ku li Çiyayê Cudî gorên zarokên xwe diparêzin ji bo şer were rawestandin bang li dayikên tirk kirin û gotin: "Ji bo em zarokên xwe ji vî şerî xilas bikin piştgiriya me bikin. Em ji bo zarokên we jî nemirin têkoşîn didin."

Meclîsa Dayikên Aşitiyê yên Şirnexêku bi rojan e ji ber operasyonên leşkerî çalakiya mertalên zindî berdewam dikin, li Çiyayê Cudî komkujiya li Elkê ku 4 kes hatin qetil kirin şermezar kirin. Li ser navê dayikan Şemsî Kara, li "Şêhîdgeha Ş.Cuma û Ş.Binevş" daxuyanî da û ji ber polîtîkayên şer bertek nîşanî Serokomar Erdogan da. Şemsî, komkujiyên li Cizîr û Elkê bibirxist û got, divê gelên Tirkiye vê rastiyê êdî bibînin. Şemsî diyar kir ku ew mecbûr dimînin li ser gorên zarokên xwe jî nobetê bigirin û got "Miriyên me jî rehet nahêlin. Ji nirxên me ditirsin. Ji bo em zarokên xwe ji vî şerî xilas bikin piştgiriya me bikin. Em ji bo zarokên we jî nemirin têkoşîn didin."

(zt)