Ji saziyên civakî banga boykota dibistanan
14:24
JINHA
AMED - Boykota dibistan ku wê di 28'ê Îlonê de dest pê bike ji saziyên civakî banga boykotê. Saziyên sivîl ên civakî têkildarî perwerdehiya zimanê zikmakî daxuyanî dan û xwestin her kes dibistanan boykot bikin. Li Amedê di daxuyaniya hatî dayîn de piştgiriya bangewaziya KCD'ê ya hefteyek boyqotkirina dibistanan hate kirin.
Li Amedê komeleyên weke KESK, DÎSK, GENEL-ÎŞ ku her yekî li saziyên xwe civîna çapemeniyê lidarxistin, diyarkirin ku ew tevlî banga KCD'ê ya hefteyek boyqotkirina dibistanan dibin û gotin ku ew jî dê vê biryarî pêk bînin. Platforma Şaxên KESK yên Amedê jî daxuyanî da çapameniyê. Daxuyaniya ku li Şaxa BES ya Amedê hat dayîn, ji alî Hevserokê Şaxa BES ya Amedê Bedîrhan Çetînkaya ve hat xwendin. Çetînkaya balkişand li ser banga KCD'ê û got ew dibistana boykot dikin û zarokên xwe naşînin dibistanan.
'Zimanê zikmakî wekî şîrê dayikê helale'
Şaxa 2'emîn a Genel-Îş a Amedê derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî de li avahiya xwe daxuyanî dan çamameniyê. Daxuyanî ji aliyê Nûnerê Herêmê ya Guvenlik-Senê Sezgîn Bîrel ve hat xwendin. Bîrel balkişand ser banga KCD'ê ya boykotkirina dibistanan û wîha got: "Banga KCD'ê ku jî bo perwerdehiya zîmanê dayikê di cih de ye. Em dibêjin zimanê dayika wek e şîrê dayikan helal e. Em ê li zîmanê xwe xwedî derkevin."
'Dibistanên kurdî rastî êrîşan tên'
"Bi milyonan zarokên Kurd ji vî mafê bingehîn bêpar in. Her wiha mafê dayik û bavên kurd jî heye ku dibistanan zarokên xwe ew bixwe hilbijerin. Li bajarê Amedê 1600 dibistanên ku zimanê tirkî perwerdehiyê didin hene û yek dibistaneke ku bêyî alikariya dewletê, gel kurd bi derfetên xwe vekiriye, ji bo gelê kurd zêde tê dîtin û bi caran rastî êrîşên hêzên dewletê tê û deriyê wê ji aliyê dewletê vê tê morkirin."
(ha)