Cizîr ji bo Elkê meşiya
17:19
JINHA
ŞIRNEX – Gelê Cizîrê ku bi rojan li dijî terora dewletê li ber xwe da bi meşeke qatlîama li Elkê şermezar kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin rêveberiya awerte de 21 welatî hatin qetilkirin ji bo şermezarkirina qatlîama li Elkê meşek hate lidarxistin. Li navçeyê konsera ku dê îro bihata dayîn hate betalkirin û gel li ber avahiya DBP’e kom bû ber bi mala şînê ya taxa Cudiyê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Qatil Erdogan” “Em ê li ber xwe bidin û bi serkevin” hatin berzkirin û welatiyên li malên xwe jî bi nîşaneyên serkeftinê ve piştgirî dan meşê. Li ber Mala Şînê ya Cûdiyê Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel axivî û nirxandina “Têkoşîna rêxistinkirî ya gelê kurd heta hebe tu hêz nikare vî gelî bêzar bike” kir.
Asya da zanîn ku yên ku li Cizîr û Gimgimê êrîşî gel kirin û qatlîam pêk anîn îro li Elkê derketine holê û wiha axivî: “Ez bawer im ku feraseta ku li Cizîrê 21 welatî qetil kir Muhammetê 35 rojî terorîst îlan kir dê welatiyên ku li Elkê qetil kir jî terorîst îlan bike.”
Hevserokê Mclîsa Gel Mehmet Tunç jî ev tişt anî ziman: “Serokomar ê ku fêm kir dawiya wî hatiye ji bo pêşiya ecelê xwe bigire êrîşî derîdorê dike. Lê bila bizanibe ku yên li Kurdistanê dijîn çawa Firawun têk birin dê wan qesran jî hilweşînin.”
Hunermend Rojda ku ji bo konsera li Cizîrê bê dayîn hatibû lê konser hate betalkirin jî wiha axivî: “Em berxwedana li Cizîrê bi stran û kilamên xwe ve xwestibû binîn ziman û ji bo vê jî konser plan kiribû. Lê dewletê dîsa rûyê xwe bi qatlîaman nîşanî me da. Gelê kurd li hemberî qatlîaman bi xurtir rabûye li ser piyan. Gel li hemberî van qatlîaman tu caran bêzar nabe û dê her tim li ser piya be û li ber xwe bide.”
(zt)