Leşker carekdinê gundê Setkan gulebaran dikin
08:51
JINHA
ŞIRNEX - Leşkerên xwestin li Elkê operasyonê pêk bînin dîsa bi hawanan êrîşî gundê Sertkarê kirin. Hat zanîn ku li Elkê di navbera leşker û gerîllayên HPG'ê de şerekî giran heye. Rojên borî 3 welatiyên sivîl hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bûbûn.
Gelek leşker bi maşîneyên zirxî li herêma Elkê ya Şirnexê derketin operasyonê. Piştî leşker bi piştgiriya cerdevanan derketin operasyonê di navbera leşker û gerîllayên HPG'ê de şer derket. Hat zanîn ku şerê li herêma Gelêjêr û Setkarê belav bûye dijwar bûye. Li aliyê din leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Elkê û Qereqola Cendirmeyan a Ayvalikê topên hawanê davêjin gundê Setkarê. Ji ber topavêtina herêmê li herêma daristanî şewat derket. Welatiyên Setkarê diyar kirin ku topên hawanê li nêzî gundê wan ketine û bi fikarin ku komkujî pêk bê. 2 roj berê dîsa leşkeran topên hawanê avêtibûn gundê Setkarê û di êrîşa leşkeran de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 2 welatî jî birîndar bûbûn.
Hat zanîn ku gelek maşîneyên zirxî û tankên bi palet ji Qereqola Cendirmeyan a Ayvalikê ber bi herêma operasyonê ve çûn.
(zt)