Çîroka jiyana dayîka Meryem a ku berxwedana kurê xwe dewir girtiye…

09:04

Medya Cebe - Nişmiye Guler/JINHA

WAN - Meryem Adiyaman a 75 sali tekoşîna kurê xwe yê ji ber tindî û îskencê beşdarî nava refên PKK'ê bûyî û di nava şer de jiyana xwe jidest dayî berdewam dike. Dayîka Meryem di her çalakî û şahiyan de bi kincên xwe yên gelerî û lepikê kesk, sor û zerê ku tucarî ji destê xwe nake tevlî dibe û bi wê li xwekirinê bûye sembolek a berxwedanê.

Kurdên ku di salên demdirêj de bûne mexdurên politikayên mîha, înkar û bişaftinê li hemberî hemû tindiyan bûne xwediyê berxwedana herî dîrokî. Kevneşopiya berxwedanê di van rojan de jî berdewam dike. Jinên pêşengiya berxwedanê dikin tekoşîna xwe fireh dikin. Ji jinên kurdên berxwedêr yek jê jî Meryem Adiyaman e. Meryem beşdarî hemû çalakiyên li Wanê tên kirin dibe. Dayîka Meryem bi kincên xwe yên renga reng, bi lepikê kesk, sor û zer ê havîn û zivistanê di destê wê de di pêş de cihê xwe digire. Meryem a ku di qadan de bêhna wê têra duruşme avêtinê nake, bi bilindkirina nîşana serketinê û nêrînên xwe yên wateyên hestên serketinê tejî weke qêrînek bêdeng dixwiyê.

Tindiya dewletê û îskenceya naqede

Meryem a ku li gundê Ewrexê yê Sêrtê hatî dinê heya 20 saliya xwe li gund dijî. Li gel malbata xwe li gund bi karê çandiniyê re mijul dibû. Meryem diyar kir ku di nava wê jiyana gund de ew rastî tindiya dewletê dihatin û wiha domand: "Her roj leşkeran bi ser gundê me de digirtin. Dihatin malên me li mêrên me dixistin û îskence dikirin. Ez zewicîm û çum gundê Gevo yê Besta. Min pênc zarok anîn dinyayê. Li wî gundî jî dewletê heman îskence dikir. Ji ber wê min li gel malbata xwe me ji gund koç kir em hatin Wanê."

'Lawê min ji ber zilma dewletê derket çiyan'

Meryem destnîşan kir ku ev 30 salin wan koçî kîjan deverê kirine rastî tindiyê hatine û ji ber wan tindiyan weke gelek ciwanan lawê wê jî tevlî nava refên PKK'ê bûye û wiha berdewam kir: "Di wê pêvajoyê de gelek ciwan beşdarî nava refên PKK'ê bûn. Nezîrê minê biçuk li çiyayan bû Sîpan. Navê çiyayek biheyîbet li xwe kir û bi heyîbeta xwe ser dijmin de diçu. Dema ku Sîpanê min di mewziya berxwedanê debû, hevalên der û dorên wî hemû şehîd ketin. Sîpan heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer kir. Ew jî di mewziya xwe de li çiyayên ku ji bo pêşerojek azad çuyê şehîd ket."

'Ezê weke Sîpanê xwe li ber xwe bidim û li qadan bim'

Meryem wiha qala dema xebera windakirina Sîpanê xwe bihîstî dike: "Bi hezaran ciwan ji ber zilma dewletê derketin çiyayan û ji bo azadiya gelê kurd xwe feda kirin. Di merasîma cenazê kurê xwe de jî ez serbilind sekinîm. Piştî ku lawê min sipartin axê min hem soz da wî û hem da xwe. Pîştî şihadeta Sîpanê xwe ezê çawan di malê de bisekinim. Min soz da lawê xwe ew tekoşîna wî nîvî hêlayî ezê berdewam bikim. Dibe ku êdî temenê min mezin bûye, lê bi hêza ku min ji lawê xwe girtiye ez xwe li ser lingan digirim. Weke Sîpanê xwe ezê jî heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ber xwe bidim û li qadan bim."

'Dayîka bi lepik'

Meryem bilêv kir ku ew her dem bi wan lepikên xwe yên kesk, sor û zer li her derê ye, di nava hemû şahî û çalakiyan dene, dema ku ew lepik ne li destê wê bin weke tiştek mezin ji wê kême, nikare bêyî wan bijî. Meryem bi ken diyar kir ku ew êdî weke 'Dayîka bilepik' di nava giştî de tê naskirin û wiha dom kir: "Dema ku ev lepik nebin ez nikarim derkevim qadan. Her kes min bi van lepikan nas dikin. Dost û dijmin min weke kurdek welatparêz dizanin. Ji bo wê jî ez dest ji lepikên xwe bernadim. Dema ku her kesê li hember zilma tê kirin şer kiribana, pêdivî nebû ez li gel vî temenê xwe yê mezin dakevim nava çalakiyan. Lê niha ne dema runiştinê ye. Dewlet polîtîkayên ji salên 90'an xiratir berdewam dike. Heskiriyên kursiyan zarokên me qetildikin. Em vê napejirînin û emê dakevin qadan. Divê gelê kurd rabin ser lingan û dawiyê li vê qirkirinê bînin."

(zt)