Dewlet caraduyan gundiyan neçarî koçberiyê dike

09:05

Mizgin Adım/JINHA

ŞIRNEX - Bi konsepta şerê AKP'ê dayî despêkirin re cara duyem gundên derdora Herêma Bestan neçarî koçberiyê dikin. Jinên li wan gundan dijîn diyar kirin ku ketin û derketina gundên wan ji aliyê leşkeran ve hatine girtin, ew nikarin ti pêdiviyên xwe dabîn bikin û gotin: "Emê jin li hemberî vê zilmê bisekinin."

Li Herêma Besta ya Şirnexê dewlet dixwaze herêmê bê mirov bêhlê ji bo valakirina gundan zextan dide ser gundiyan. Gundiyên ku di ketina herêmê de pêşiya wan tê girtin û nikarin bi rehetî bên û biçin diyar dikin ku ew nikarin torbekî ard jî ji xwe re bînin lê disa jî herêmê terk nakin. Jinên ku li vê derê bi xwezayê re bûne yek di kozikê ku ji guliyê daran çêkirine de dijin ku ew ji vê jiyanê hiz dikin eger bên kûştin li axa xwe bên kuştin. Jin li vê derê debara xwe bi sewalkari, berhevkirin û çandiniyê dikin dibêjin ku ew nikarin herin fêki û penêrê xwe jî bifroşin. Van gundiyên ku tevî hemû bê derfetiyan axa xwe terk nakin ji bo parastina Goristan Rojhat û Zelal jî bûne xelek.

‘Min hemû amadekariyên zivistanê kirye lê dixwazin dîsa me koçber bikin’

Jina bi navê Emina Aytun diyar kir ku Serokomar bi konsepta şer gelek ciwanan dide kuştin lê kurê xwe di qesran de xwedî dike û ev tişt got: "Dewletê 27 sal berê me ji axa me koçber kiribû ev du salin bi destura walî em vegeriyan ser axa xwe disa dixwazin me koçber bikin.” Emina desnişan kir ku hemû amadekariyê zifistanê bi dawî kiriye û wiha dewam kir: "9-10 bizin û mirişkên min hene ez idara xwe li serwan dikim. Min giyayê xwe çiloyê xwe ji bo zivistanê amade kiriye tu mafê wan li me tineye bila bela xwe ji me vekin.” Emina anî ziman ku kurekî wê gerîla ye û yê dinê jî leşkere û wiha dipirse: "Ewê çawa bedana birayan bidin hev û bi hev bidin şerkirin, ma ev heqiye? ”

‘Ma hestiyê me çi kirine ji wan’

Emina destnîşan kir ku rê li ser wan birîne û bê ard û şekir dimîn û ev tişt anî ziman: "Her roj topan davêjin me bû çend bizinê me kuştin. Ez ji rebê xwe dixwazim çawa Davutoglu, Erdogan û Waliyê Şirnexê kezaba me dişetînin wisa a wan jî bişewite” Emina got ku him li bajara him jî li gundan kesên sivîl tên kuştin û wiha pêde çû: "Ma Roboskî, li Cizîrê kesên sivîl nehatin kuştin ma çi heqê wî li miletê me heye.” Emina bombaranê goristana bi bîr xist û ev tişt got: "Heya em saxbin emê li ber goristanên xwe bin. Goristanên me didin ber topan. Beden cemidiyo ma miriya çi kiriye ji te. Tu dê çi bikê ji hestiyan."

'Emê heya mirinê li ber goristanên xwe bin'

Henife Gûngen jî diyar kir ku ew wek dayikek naxwazin tû dayik bigrin. Henifa anî ziman ku wê di xwewna xwe da dawiya Serokomar Recep Tayip Erdogan dîtiye ku ketiye nav agir û şewitiye û wî wiha hişyar kir: "Destê xwe bide ser wijdana xwe û dev ji vê xwînê berde.” Henife got ku ew bimrinin jî dev ji axa xwe bernadin û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Em heya bimrin jî emê li rex goristanên xwe bin û emê xwe jê re bikin sîper.”

‘Dewlet di xwaze em vê derê vala bikin ji bo ku zarokê me qetil bike’

Jina bi navê Edlê Batmaz jî diyar dike ku ew piştî 27 salan vegeriyan ser gûndên xwe û gûndê xwe ji nû ve ava kirine wiha axivî: "Em naxwazin carekadin dev ji gûndên xwe berdin. Dewlet dixwaze em vê derê vala bikin û bi rehetî vê herêmê bimbebaran bike û bi rihetî qetliama pêk bîne. Em erdê xwe bernadin. Heya rih di canê me de heye em erdê xwe bernadin.” Edlê got ku Serokomar tenê xera kirinê di zana û wiha pêde çû: "Erdogan gundan xera kir, Koban û Şengal xera kir. Bi hezaran insan da kuştin û girtin, goştê insana bi insana da xwarin heqî tine li me wiha bike.”

Tevî hemû zextan jî jiyana gûndî koçeran li vê herêmê dewam dike. Kesên li vê derê dijî hemû tiştên xwe bi hev dû re parvedikin bêy ku hewcehî tiştên bajêr bibin. Tiştên bi destê xwe çê dikin idara xwe dikin. Zarok bi aramî di nnav axê de dileyîzin.

(ma/zt)