'Çapemeniya xizmeta AKP'ê dike kurda dike hedef'
09:33
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED - Piştî îlankirina Rêveberiyên Cewherî êrîşên li ser gelê kurd jî zêdê dibin. Endama Komîsyona Mafên Jinan a İHD'ê Parêzer Hatîce Demîr balkişand li ser êrîşên bi destê AKP'ê û çapemeniya xizmeta wan dike kurda dike hedef.
Li heremê bajar û taxên ku 'Rêveberiyên Cewherî" hatine îlankirin rastî êrîşên dewletên tên û her ku diçe êrîş zêde dibe. Piştî rêveberiyên xweser hatin îlankirin mafên gel tên binpêkirin û çapameniye tirk jî bi zimanê xwe di nava gelan de nijadperestiyê dikin. Ji aliyekî qetlîamên li hemberî kurda tên veşartin ji aliyekî jî çapameniya ku dixwaze rastiyê bîne li ser ziman tê sansurkirin. Endama Komîsyona Mafên Jinan a İHD'ê Parêzer Hatîce Demîr bal kişand li ser pêkutiyên li ser gelê kurd û wiha got; "Li Kurdistanê ji ber ku kurd rêveberiyê cewherî ilan kirin li hemberî wan qetlîam pêk hatin. Ji xeynî vê jî li metropolên tirkiyê li hemberî kurda gelek erîşên nijadperêst pêk hatin. Ev yek nîşaneya vê pêvajoyê ye."
'Çapameniya tirk kurdan hedef nîşan dide'
Hatîce da zanîn ku çapameniya tirkan buyerên ku li heremê tên jiyankirin berevajîdikin û ev tişt got; "Nûçeyên polîs û leşkeran hatin çêkirin. Gerîlayên li vir jiyana xwe ji dest didin nûçeyên wan nayên dayîn her wiha malbatên ku sivil eşa wan jî nehat dayîn. Derbarê mafê tê binpekirin qet nûçe nehatin çêkirin. Bi destê çapameniya tirk û AKP'ê gotinên nefret pêş ketin. Kurd bûn hedef û gelek sucên gotinan hatin kirin. Berpisyarê vê yekê AKP'ê û çapemeniya AKP'ê ye."
'Bi êrîşan re gihandina ragihandinê jî hate qedexekirin'
Hatîce destnişan kir ku piştî erîşên li heremê tên jiyandin qedexekirina ragihandinê jî tê jiyîn û ev tişt gotin; "Aliyêkî qedexekirina ragihandinê heye, ajansên nûça tên girtin. Eger weşanêk bê qedexekirin divê berî wê ew weşan kîjan suça dike mirov wê mêzebike. Hema bêje her saetê carek weşan tên girtin, ev êrîşên pêk tên bê hincetin û bê zagonin."
'Dixwazin dengê kurda bigrin'
Hatîce destnîşan kir ku bajarên derketina kolanan qedexe hene, xetên telefon û înternetan tên qut kirin ev yek jî mafê mirovan yên gihandinê binpê dike û wiha got; "Lîcê, Farqîn, Şirnex û Gimgimê hertim ragihandin tê qutkirin û tê astenkkirin. Ji bo vê yekê em operatorên GSM'ê rê ketin tekiliyê lê agahiyek me ne girt. Tenê anîn ziman ku 'ev rewşeke giştîye' lê ji bo ku kurd agahiyan hevdi negrin ev yek tên kirin. Di zagonan de ev tişt nîn e."
(pk)