'Qedexeya ser zimanê dayîkê şerma dewletê ya herî mezine'
09:51
JINHA
WAN - Xebatkara TZP KURDİ-DER'a Wanê Leyla Hakkiyuz diyar kir ku bipolîtîkayên înkar û tinekirinê ziman û çanda kurdan qedexe kirine. Leyla da zanîn ku qedexeya ser ziman biriyarek siyasiye û ew jî şerma dewletê ye.
Bi salane li hemberî polîtîkayên tinekirina ziman û çandê kurd tekoşînê didin. Mamostaya zimanê kurdiya li TZP KURDİ-DER'a Wanê dixebite Leyla Hakkiyuz destnîşan kir ku polîtîkayên înkar û tinekirina ziman û çanda kurdan siyasiye û ew jî şerma dewletê ye. Leyla bilêv kir ku hîna tindî û qedexe ser zimanê kurdî berdewam dike û wiha domand: "Hîna zimanê kurdî qedexeye. Di perwerdê de weke waneyên hilbijêr tê dayîn. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ev têr nakin. Divê zimanê kurdî jî bibe zimanê perwerdê."
'Qedexeya ser ziman bi giştî siyasiye'
Leyla anî ziman ku her gel û nijad xwediyê zimanek xweserin û wiha berdewam kir: "Tine hesibandina zimanekê şermeke mezine. Ti deman ziman tine nabe. Bi salane hebûna gelê kurd nayê pejirandin û rastî hemû cureyên tindiyan tên. Dê roj bê ew neçar bibin zimanê me bipejirînin. Li gel înkar, îmha û bişaftinê jî zimanê kurdî hebûna xwe parastiye. Hemû tindiyên ser ziman siyasîne. Dewletê sînorê xwe xêzkiriye û dibêje 'li gorî çarçoveya min xêz kirî hun dikarin zimanê kurdî bixebitînin. Lê ji gotina min dernekevin.' TRT 6 neyînika vê rewşê ye. Qaşo qenala zimanê kurdî vekiriye lê li gorî daxwazên xwe didin xebitandin û dixwazin bi wê çavê gel boya bikin."
(zt)