Li Bodrumê keştiya penaberan noqî avê bû 17 penaber xeniqîn
11:52
Îlon
27
/ 2015
JINHA
BODRUM - Li navçeya Bodrumê ya Muglayê 17 penaberhên ji Sûriyê ku xwestin biçin Yunanistanê di avêde xeniqîn.
Li navçeya Bodrumê ya Muglayê 17 penaberên ji Sûrî, dema xwestin bi keştiyê derbasî Yunanîstanê bibin keştiya wan naqî avê bû. 17 penaberên di keştiyê de noqî avê bûn xeniqîn. Hat zanîn ku penaberan xwestin di perava taxa Yalikavakê re derbasî Girava Lerosê yaYunasîstanê bibin. Cenazeyên penaberan birin Lîmana Turgutreisê
Di 2'ê Îlonê de jî dîsa zarokê 3 salî Alan Kurdî ku li gel malbata xwe noqî avê bû û xeniqî bû cenazeyê wî li peravê avê hatibû dîtin.
(zt)