Herêma Weregozê a ku mertalên zindî lêne tê bombabarankirin
15:33
JINHA
COLEMÊRG – Herêma Weregozê ya Geverê ku çalakiya mertalên zindî lê heye ji aliyê balafirên şer ve tê bombebarankirin. Li herêmê nêzî 150 mertalên zindî ji ber bombebaranê asê mane û heyata ku di nav de Hevseroka KCD’ê Selma Irmak jî heye ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin.
Li herêma Weregozê ya navçeya Gevera Colemêrgê ku mertalên zindî nobetê digirin hate bomberanakirin. Li herêma ku operasyon berdewam dikin de ji bo ku pêşiya windahiyan bê girtin beriya meheke ji aliyê HDP, DBP û rêxistinên sivîl ve çalakiya mertalên zindî hate destpêkirin û herêma Kepîr a mertalên zindî nobetê digirin duh nîvro ji aliyê balafirên şer ve hate bombebarankirin. Hate hînbûn ku ji ber bombebaranê mertalên zindî li herêmê asê mane û dîsa li herêmê qereqolên Sînava, Helena, Rahmo û Şitazinê jî herêmê topebaran dikin. Li herêma ku tevgera hewayî didome hate hînbûn ku şewat derketiye.
Li aliyê din heyeta ku di nav de Hevseroka KCD’ê Selma Irmak jî heye ji bo biçin herêmê derketin rê ji aliyê leşkerên Qereqola Sînavayê ve hatin rawestandin. Leşkeran destur nedan heyetê û heyet bi riyên alternatîf hewl dide bigihîje herêmê.
(zt)