Ewlewiyan bertek nîşanî bombebaranankirina deverên pîroz dan

15:37

JINHA

ENQERE – Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Enqereyê êrîşa ku di çarçoveya konsepta şerê AKP’ê de li dijî îbadetxane û goristanan pêk tê şermezar kirin.

Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Enqereyê di êrîşên ku di çarçoveya konsepta şer ê AKP’ê de li dijî îbadetxane û goristanan pêk tê li cadeya Yukselê şermezar kirin. Endamên komeleyê yên li cadeya Yukselê kom bûn pankarta “Em li dijî Yezîdên sedsalê bibin Huseyîn” û wêneyên malên cemê yên li Gimgimê hate xirakirin hilgirtin. Piştre Hevseroka Komeleyê Songul Çelîk daxuyanî da û diyar kir ku qasî ku lîstina bi rûmeta mirovahiyê, êrîşa li dijî ziyaret û îbadetxaneyar jî ewqas ketibûnek e û wiha axivî: “Ji bo me qasî baweriya me qasî ev bedenên ketine axê kevirên goran jî watedar in. Li gorî baweriya elewiyên qizilbaş heq jî şeytan jî di mirov de ye. Dema ku şexs bi wijdana xwe ve nêzîk bibe heq dibe. Heke li gorê nefsa xwe nêzîk bibe dibe Yezîd.” Songul destnîşan kir ku ew ligel zilma li Dêrsimê heta Gimgimê, ji Cizîrê heta Elkê ligel polîtîkayên şer di aştiyê de israr dikin.

Çalakî bi duruşmeyan dawî bû.

(zt)