Ji Egitim Senê banga tevlîbûna boykotê
15:48
JINHA
AMED - Şaxa Egitim Sena Amedê piştevaniya banga KCD'ê ya boykota dibistanan kir û bang li hemû malbat û xwendekaran kir ku tevlî boykotê bibin.
Şaxên Egîtîm-Sen ên Amedê derbarê daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî û boykota dibistanan li avahiya sendîkayê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm-Senê Dîlek Adsan daxuyanî da û balê kişand ser rewşa şer a Kurdistanê. Dîlek, pergala perwerdehiya AKP'ê jî rexne kir û got civak bi feraseta "yek ol, yek ziman, yek mezhep" tê perwerdekirin. Dîlek, balê kişand ser zarokên ku bi Tirkî nizanin û dest bi dibistanan dikin û got zimanê zikmakî ji bo zarokan wek nan û av pêwîst e.
Dîlek diyar kir ku wek Egîtîm-Sen piştgiriya biryara boykota dibistanan a KCD'ê dikin û vê bangê kir: "Em jî zarokên xwe naşînin dibistanan. Em bang li hemû xwendekar û malbatan dikin ku piştgirî bidin boykotê."
(zt)