Li Bismilê qedexeya derketina kolanan
16:01
JINHA
AMED - Li Bismilê Qeymeqamî li 4 taxan qedexeya derketina derve îlan kir. Ji mizgeftan anonsa qedexeyê tê kirin.
Li navçeya Bismil a Amedê li taxên Uluturk, Tekel, Dumlupinar û Firatê saet di 14:30'an de biryara qedexeya derketina derve hate îlan kirin. Hate ragihandin ku Qeymeqamî ji bo qedexeya li 4 taxan nivîsek şandiye û her wiha ji mizgeftan jî anonsa qedexeyê tê kirin. Li Bismilê duh, di serî de li Taxa Rojava, li Tekel, Şentepe, Seyrantepe û Sanayîyê ciwan daketibûn qadan û komkujiya Elkê protesto kiribûn. Polîsan êrîşî ciwanan kiribû û ciwan jî parastina cewherî pêş xistibû. Piştî berxwedana gel polîs neçar mabûn û paş ve kişiyabûn.
(zt)