Gerilaya YJA STAR'ê Ekin Wan li ser gora xwe hat bîranîn
16:56
JINHA
WAN- Gerilaya YJA Star'ê Kevser Elturk (Ekin Wan), a ku li navçeya Gimgimê bi îskencê hatî qetilkirin bi pêşengiya KJA yê li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranînê de Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer axivî û got: "Bedena Ekin Wan a hemû jinên di nava vê tekoşînê de cîh girtine, bedena me hemûyane. Emê tekoşîna xwe ya li hemberî dewletê didin meşandin ji niha û pêde jî berdewam bikin."
Gerilaya YJA-Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) a ku di şer de birîndar bû û bi îşkenceyê hat înfazkirin li ser gora xwe hat bîranîn. Di ziyareta li goristana Yenimahalleyê de li gel malbata Elturk, Parlementera HDP'ê Tugba Hezer, aktîvîstên KJA, rêveberên DBP û HDP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Komê bi pankarta "Emê bi rihê Ekin Wan berxwedanê bilind bikin, jiyana azad ava bikin" û siloganên "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Rêheval Ekîn nemir e" meşiyan gorê. Di ziyaretê de Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva, diyar kir ku dewlet şerekî qirêj dide destpêkirin, lê gelê kurd her dem aştiyê dixwaze û dê her dem di aştiyê de israr bike. Derya, anî ziman ku ew dê her dem di riya peqrewanan de bimeşin.
Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer jî helwesta dewletê ya li hemberî goran şerlmezar kir û da zanîn ku tu hurmeta dewletê ya li hemberî goristanan nemaye. Tugba, anî ziman ku îşkence li cenazeyê Ekîn kirin û teşhîr kirin, lê dîsa wan got aştî.
Piştî axaftin û duayan heyet ji goristanê veqetiya.
(zt)