Ji Sura ku dibin dorpêça polîsan dene dengê çekan bilind dibe

17:30

JINHA

AMED - Ji Taxa Hasiriyê a dibin dorpêça plolîsan de û sekvan li her derê hatin bicîhkirin dengê çekan bilind dibe.

Ketin û derketina Taxa Hasirliya Surên Amedê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin. Ji nava kolanên taxê dengê şer bilind dibe. Helîkopter ser navçeyê digerin. Li her deverên taxê jî sekvan bicîh kirine.

Li Bismilê jî polîsan êrîş kirin gel li ber xwe dan

Li taxên Rojava, Tekel, Avaşîn û Firat ên navçeya Bismilê ya Amedê bi pêşengiya gel berxwedan didome. Gel duh li dijî hewldana polîsan a ketina taxan bi berxwedanê nehiştin îro jî rêveberên HDP û DBP’ê çûn serdana gel. Piştî ku HDP û DBP’î hatin taxa Rojava li vir bi çepik û tîlîliyan ve hatin pêşwazîkirin. Li ser vê yekê polîsan careke din êrîşî taxê kir. Polîsan tax bi çekên luledirêj ve gulebaran kir lê li hemberî berxwedana gel mecbûr ma paşve vekişin.

Ji ber gulebarana polîsan gelek mal û kargehan zirar dît û li taxan berxwedana bi pêşengiya ciwanan didome.

(zt)