Elif qetilkirin dayîka wê û zarokên dinê jî giran birîndar kirin

08:05

JINHA

AMED - Li Taxa Avaşin a Bismila ku ji aliyê leşker û polîsan ve qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin bombe avêtin hindirê malekê. Di êrîşê de bombeya ku bi malê ketî zaroka bi navê Elif a 8 salî jiyana xwe jidest da, dayîka wê û ji heman malbatê 4 zarok birîndarbûn. Hat zanîn ku rewşa dayîkê gelek girane.

Li navçeya Bismil a Amedê, piştî biryara qedexeya derketina derve, polîs û leşkeran taxên Avaşîn, Rojava û Zapê dorpêç kirin û gel gulebaran kirin. Hate ragihandin ku, li taxan sekvanên ku li cihên bilind hatine bi cih kirin welatiyên gulebaran dike. Polîsan li Taxa Avaşîn bombe avêt mala malbata Şîmşek. Di encama teqîna bombêde zaroka bi navê Elîf Şîmşek (8) hate qetil kirin û Pelda, Avaşîn, Bedîa, Ahmet û Mehmet Şîmşek jî birîndar bûn.

Hate zanîn Ahmet, Mehmet û Pelda Şîmşek rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, Bedîa û Avaşîn Şîmşek jî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Elîf Şîmşek a ku hate qetil kirin jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Hate ragihandin ku polîsên taxan dorpêç kirine bênavber derdor gulebaran dikin û hejmarek zêde birîndar hene.

(zt)