Jinên Wijdanêredcî: Divê giyana Cizîrê di aliyê Tirkiyê de jî bê jiyîn

12:10

Piroz Zırıg/JINHA

ŞIRNEX - Ji jinên wijdanêredcî yên ji bo şêwirmendiya bi Cizîrê re ji Îzmîrê hatine Filiz Îrem Yaşin û Tugba Akbulut diyar kirin ku li gel her tiştî jî bi hemû kesîman re dinava şêwirmendiyê dene û gotin: "Divê heman gihan li aliyê Tirkiyê jî bê jiyan kirin. Welatiyên ku malên wan ji ber guleyan qul qulî bûne hewildidin me li mala xwe bikin mêvan, ev tiştek gelek giringe, divê ev nirx bê parastin. Ji bo rizgariya gelan divê hemû gelên li Tirkiyê tekoşînek hevpar bidin meşandin."

Piştî 9 rojên Berxwedana Cizîrê gel hewildidin bi xwe birînên xwe bipêçin. Hîna çun û hatina heyetên ji bo şêwirmendiya Cizîrê dinava hewildanan de berdewam dikin. Jinên wijdanêredcî yên ji bo şêwirmendiya bi Cizîrê re ji Îzmîrê hatine li navçeyê lêkolînan berdewam dikin. Jinan dan zanîn ku bi hişmendiyek milîtarîst êrîşî navçeyê kirine. Ji jinên wijdanêredcî Filiz Îrem Yaşin destnîşan kir ku wan tenê êrîşên ser Cizîrê di çapemeniya azad de şopandine, lê li vêderê hovîtiya hatî kirin ti nûçe têra watekirina wê nake. Filiz anî ziman ku ji bo dîtina rastiyan divê hemû kesîm bên Cizîrê bibînin û wiha domand: "Xwezî me zêdetir karibana tiştekê bikin, di dema qedexeya derketina kolanan de em li vêderê bana. Me li vêderê hebûna xwe nîşan da, me xwest em bi gerduna binhişiya xwe re bên bahev."

'Kirinên dewletê ser jinan cudaye'

Filiz wiha berdewam kir: "Sala derbasbûyî bi dorêpêça Kobanê re em li ser sînorê Kobanê bûn. Li wê derê bûn û dest dayîna wan dayîkan gelek cuda bû. Mirovên xwediyê nêrînên cuda bi hevbeşî li heman cihî kar kirin gelek giringe. Li ser erdnîgariya Kurdistanê gelek guhertinên giring dibin û gelek kêm mirov di ferqa van guherînan denin. Me di sala 2013'an de nêrîna xwe ya wijdanêredcî diyar kir, nêrîna dewletê ya li jinên wijdanênrecî gelek cudaye. Min li gel hevalek xwe ya di çapemeniya azad de dixebite me bi hev re di heman rojê de nêrîna xwe ya wijdanêrecî diyar kir, goninên me wê rojê kirin hemû heman bûn. Ji ber ku ez ji malbatek tirk bûm tiştek bi min neha, lê ew hevala min ji ber ku di nava çapemeniya azad de dixebitî gelek tişt hatin serê wê." Filiz bilêv kir ku divê gel li hemberî deshilatiyan tekoşînê bilind bikin û wiha dom kir: "Me dikarî weke Rojava şoreşê bikin. Pêdiviyên me bi hîskirina şoreşê heye. Em neçarin hemû gel li hemberî deshilaltiyê bi fikir û romanên xwe bigihin hev."

'Divê ev binhişî bên şikandin'

Jinekdin a wijdanêredcî Tugba Akbulut jî wiha nirxandin kir: "Ji bo ku hemû tiştên hatîn jiyankirin bînim ziman li vêderême. Ji bo ku gelên li aliyê Tirkiyê vê êşê hîs bikin divê bi dehan caran bê gotin. Îzmîr li gorî dîtina xwe weke cihek demokratîk tê dîtin lê herî zêde dibinhişiyê de weke yên dinê li mirovan dinêrin. Divê ev binhiştî bên şikandin. Divê em ji malbatên xwe despêbikin û vê binhişiyê bişikênin. Ew jî weke di golekê de bûyîna dilopek biçuk hêz û moral dide. Ez bi vê hedefê hatime li vêderê."

'Rizgariya me bi tekoşîna hevbeş dibe'

Tugba wiha dom kir: "Em li taxan geriyan û tiştên hatine kirin me bi çavên xwe dîtin. Bi tayîbetî jî dema ku em li taxan digeriyan dayîkên malên wan ji ber guleyan qul qulî bûne em dawetî malên xwe dikirin, me weke dijmin nabînin ev tiştek gelek giringe. Xwezî ev giyan li aliyê Tirkiyê jî hebana. Ez êdî difikirim li cihê gotina 'biratî' em gotina 'Wekheviyê' bixebitînin. Ez rastî malek a bi guleyan qul qulî kirî hatim, heta li ber derê wê mêwa tirî hebû ew jî bi heman awayî bi guleyan qul qulî kiribû, yanî li vêderê heta mêwa tirî jî hedef tê girtin û tê gulebaran kirin. Ez ji runiştina her du aliyan û bi hev re nirxandinê bawer dikim û bi wî awayî jiyanek ji nû ve bê avakirin. Ji ber ku ez bi wê bawerdikim ez li vêderê me. Tenê aliyek nikare çekan berde."

(zt)