Cenazê Elîf a 8 salî derxistin rê

12:12

JINHA

AMED - Duh di encama êrîşên polîs û leşkeran de li Bismilê zaroka bi navê Elîf Şimşek a 8 salî hat qetil kirin. Ji bo definkirinê cenazê Elîf ber bi gundê wê ve derxistin rê. Gelê Bismilê ji bo protestokirina komkujiyê derabê dikanên xwe venekirin.

Piştî qedexeya kolanan li taxan sekvanên ku li cihên bilind hatine bi cih kirin welatiyan gulebaran dikin. Polîsan li Taxa Avaşîn bombe avêt mala malbata Şîmşek. Di encama teqîna bombê de zaroka bi navê Elîf Şîmşek (8) hate qetil kirin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê duh li 4 taxan qedexe hat îlan kirin. Piştî qedexeyê polîs û tîmên taybet êrîşî malbata Şîmyek kirin û zaroka 8 salî Elif Şimşek qetilkirin û 5 kes jî birîndar kirin. Cenazê Elif rakiri bûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ji bo cenazê Elif defin bikin ber bi gundê Kopekli ve derxistin rê. Gelê Bismilê ji bo protestokirina komkujiyê derabên dikanên xwe venekirin.

(ha/zt)