'Dewletê bê sînor zilm li me kiriye'
12:15
Şehrîban Aslan / JINHA
AMED - Aysel Uludagê ku di sala 1990'an de ji ber êrîşên dewletê neçar mane gundê xwe vala bikin, diyar kir ku dewlet bê sînor zilm li wan kiriye û wiha got: "Em dibêjin aştî ew bi şer tên pêşbirê me. Dewlet jî dizane ku bi mirin û girtinan ew ê nekaribe me."
Gelê Kurd wekî salên borî ji ber êrîşê dewletê cardin bi tehklûkeya koçberiyê re rû bi rû tê hêştin. Yek ji van mînakan Aysel Uludag a ku berî 24 salan bi zorê ji gundê Boşa ya navçeya Ferqîn koçî Amedê kiriye. Aysel destnîşan kir ku ew gelek car rastî zilma dewletê hatine û canê xwe parastine û wiha domkir: "Dema ku leşker li gund bi ser malê me de digirt, me nedikarî dengê xwe derxistiba. Ji mere digotin 'ger hûn dengê xwe derînin em ê we bikûjin'. Me serê xwe ji malê dernedixist ji ber zilma wan. Ji bo ku hundirê mal diyar nebe, me perdeyên stûr datanî."
'Dema em li mal leşkeran agir berda malê'
Aysel da zanîn ku leşkeran ew tehdît kirine ku malê xwe vala bikin û wiha got: "Me tehdîdê wan guhdar nekir û got em ê mal, ax, gund û sewalên xwe terk nekin. Leşker dîtin em bi îsrarin ku dernekevin, agir berdan malê. Agir bi mal ket em jî li qata duyem bûn. Xweşka min dema dixwast dakeve qata jêrê ket nava agir. Bi zehmetî me ew ji nav agir derxist û rakir nexwaşxanê. Bi rojan di beşa lezgînde hat girtin. Me bawer nedikir ku xweşka min rizgar bibe."
'Têkoşîna me hem li dijî dewletê hem jî li hember jiyanê bû'
Aysel diyar kir ku, piştî xweşka wê apê wê a 65 salî birin Qaraqola Seydexanê û îşkence kirine û ji ber îşkencê apê wê felç bûye. Aysel got: "Leşker her dem ji me re digotin 'hûn terorîstin'. Leşker ji me re digotin 'bêjin terorîst malê me şewitandine ne leşker'. Me dît her ku diçe zilma wan zêde dibe, ji ber vê em neçar man koçî navenda bajarê Amedê bibin. Piştî ku em derbasî Amedê bûn jî me rihet bernedan. Her car bi ser malê me de digrtin. Ji aliyek têkoşîna me li dijî dewletê li aliyê din jî têkoşîna me a jiyanê heye. Malê ku em lê diman tu tiştek me nînbû. Li şûna mînderê em li ser kartonan diman. Tevî hevser û 9 zarokên xwe bi zehmetiyên mezin em heya vê rojê em hatin."
'Em yekîtiyê avabikin û xwînê dirjê rawestînin'
Ayser di dawiyê de wiha pêde çû: "Çawan zarokê Erdogan bi qîmete, zarokê me jî bi qîmete. Me di nava xizanî û şertên zorde zarokê xwe mezin kir. Dilê me jî heye em ne kevirin. Em dib3ejin aştî ew bi şer tên pêşbirê me. Dewlet jî dizane ku bi mirin û girtinan ew ê nekaribe me. Erdogan çi daye Kurdan û nikare bigre? Derdê wî çiye em nizanin. Ez bang li dayîkên leşkeran dikin; Bila bên em yekîtiya xwe avabikin û xwînê dirjê rawestînin."
(rc)