Li Herêma Çiyayê Kato lêgerîna gel a cenazeyan berdewam dike

13:08

JINHA

ŞIRNEX - Lêgerîna gelê Elkê ya li cenazê gerîla di roja duyemîn de jî dawam dike. Parlementerê HDP'ê Ferhat Encu ku ew jî bi gel re li canaza digere diyar kir ku ev rojên tên jiyîn rojên dîrokî ne rojên xwedîderketina li cenazanan û xîretê ne.

Gera gel ya li cenazeyên gerilayan di rojan duyemin de dewam dike. Gel di seetên sibê de ber bi çiyayê Kato ve ketin rê û li cenezeyên gerilayan di gerin. Dema leşker xwestin disa werin herêmê gel pêşiya kobrayan girt û nehiştin têkevin qada ku lêgerin pêk tînin. Piştî gel lêgerina xwe ya li vê herêmê bi dawî kirin li vêderê Parlementerê HDP'ê Ferhat Encu axivî. Ferhat da zanîn ku ew di nava rojên dirokî de derbas dibîn û wiha axivî: "Ev roj rojê xîretê ye, ev roj roja xwedî derketina li zarokê xwe ne. Ev du roje we xîretek mezin nişanda û we hemû astegengî derbas kirin."

'Dewletê vîna gelê kurd nasnekir'

Ferhat balkişand ser gef xwarinê dewletê û ev tişt got: "Ji we re gotin 'Winê bên kuştin', 'Emê we gulebaran bikin' li gel van gefan jî we xwe neda paş û hûn bi biryar di rêya xwe de çûn." Ferhat desnîşan kir ku saziyên dewletê vîna gelê Kurd nasne kirine û wek parlementerê vî gelî wan esas negirtine û wiha pêde çû: "Ew kesê ku me nasnekin em jî wan nasnakin"

Piştî axaftina Ferhat Encu girse bi durişmên "Biji serok Apo", " Şehid namirin" û "Ey şehîd xwîna te li Erdê namîne" qiriyan û hatin xwarê û çûn Besta Kurkê û disa bi çiyayê Kato ve hil kişiyan. Piştî ku lêgerînê xwe li vir jî bi dawî kirin, ber bi navçeyê ve ketin rê. Pêşiya girseyê li ber Fermandartiya Leşkerî a Alaya Taktik hat birîn. Timên taybet xwestin ku li maşîna Parlementerê HDP'ê Ferhat Encu lêgerin pêk bînin. Li ser vê yekê Ferhat bertek nîşan da û aloziyek kurt hat jiyîn. Bi biryardariya gel timên taybet neçar man pêşiya gel vekin da ku derbas bibin.

Gelê ku di setên êvarê de lêgerînê xwe bi dawî kirin wê di setên sibê de ji nûve dest bi lêgerînên cenazan bikin.

(kom/zt)