Konferansa Yekîtiya Star li bajarê Til Temir despêkir

14:42

JINHA

TIL TEMIR - Konferansa Rêxistan Yekîtiya Star a 2'mîn li bajarê Til Temir bi beşdariya 78 delegeyan despêkir.

Konferansa Rêxistina Yekîtiya Star bi beşdariya 72 delegeyan li bajarê Til Temir tê li darxistin. Konferans bi beşdariya Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Leyla Yeşar, Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî, Rêveberên Yekîtiya Star a bajarê Til Temirê Şervîn Munzir, Rêxistina TEV-DEM Çinar Yûsif, Ozgur Kobanê, Jiyan Qamışlo, Endamên saziyê ziman, dadgeha gel, şaredarî, çand û hûner, saziyên sivîl û rêveberên Komînan ve li Salona Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê hat despêkirin. Salona konferansê bi al û sembola Yekîtiya Star, wêneyên tekoşeran, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên wekî “Meşeleya ku bi rihê Mezlûm û Rehşan vêketiye, rastiya zanist û ramanên azad ku îro em jiyan dikin.” hate xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî axivî delegeyên ku beşdarî konferansê bûne silav kir û got: "Divê gelê Kurd li hember hemû cûreyên êrîşê xwedî li şoreş û axa xwe derbikeve."

Welîde destnîşan kir ku li hember Kurdan şer hatî despêkirin û wiha domkir: "Gelê Kurd ji bo azadiya xwe bi salane berdêl û têkoşînên mezin dide. Gelê Kurd bi şoreşê re bû xwedî hêzek mezin ji ber vê jî li hember hemû êrîşên desthlatdariyê ew ê li berxwe bide û hebûna xwe biparêze. Hikûmeta AKP'ê li hember gelê Kurd şer daye despêkirin û bi çavkûrî êrîşê gel dike. Lê berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê dê polîtîka û siyaseta AKP'ê tev vala derbixe û bi serbikeve. Ji ber têkoşîna rûmetê tê dayîn îro.

Tê payîn ku di konferansê de Hevpeymana Yekîtiya Star, perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên derbarê azadiyê jinê de werin xwendin. Her wiha Meclîsa Yekîtiya Star ew ê bi hilbijartinê 5 meclîsan ji bajar û gundê dora Til Temir diyar bike.

(sk-ja/rc)