Di êrîşên polîsan de 5 zarok birindar bûn
15:06
JINHA
AMED - Polîsan li taxa Fatîhpaşayê 5 zarok birîndar kirin. Zarokên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcle û Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubiyê.
Polîsên tîmên taybet bi piştgiriya sekvanan bi ser taxê Hasirli û Fatîhpaşayê ya Sura Amedê de girtin. Polîsan li taxa Fatîhpaşa ya Sura Amedê êrîş pêk anîn. Di êrîşa polîsan de 5 zarok birindarbûn. Birayên hev M. A. T. û Y. T. û zarokên bi navê S. K., A. K. û Ş. S. birîndar kirin.
5 zarok hatin birîndar kirin
Li Kûçeya Altay a Taxa Fatîhpaşayê zarok bi teqemeniya polîsan birîndar bûn. Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî. Zarokên birayên hev M. A. T. û Y. T. jî ji ber rewşa wan giran bûn sewqî Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin. Dermankirina zarokên bi navê S. K., A. K. û Ş. S. li nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî berdewam dike.
(ha/zt)