Dayîka ku zarokê wê hatî qetil kirin 'heya azadî pêk were' ew ê reş li xwe bike

15:43

Medya Cebe/JINHA

WAN - Ji ber konsepta şer a AKP'ê jinên ku xizmên xwe wanda kirine Cejna Qurbanê bi dilek kêş derbas kirin. Vesîle Balik piştî mirinê kurê xwe biryara xwakirina cilên reş daye û diyar kir ku heya gelê Kurd negêje azadiya xwe ew ê cilên reş ji ber neke û wiha êşa xwe vegot: "Kurê min ne hat û destê min maç nekir lê belê ez çûm ba wî. Min destê xwe li ser mezelê wî gerand û maç kir. Min wiha cejna kurê xwe pîroz kir."

Polîsan Taxa Firat a girêday navçeya Artemêtan ya Wanê di 15'î Îlonê de dorpêç kiribûn, ciwanê 18 salî Vedat Balik qetil kirin û Muhsun Îlbaşi jî bi giranî birîndar kirin. Êrîş li hember gelê taxê didome û bertekê gel li hember polîsan her ku diçe zêde dibe. Malbatê Vedat û Mahsun Cejna Qurbanê bi dilek êş derbas kir û ji ber ku AKP'ê dibe sedema kuştina ciwanan bertekê xwe anî ziman.

'Li her cihê mal bîranîn û şopê kurê min heye'

Dayîka Vedat Balik Vesîle Balik anî ziman ku ew ji ber kurê wê hatî qetilkirin Cejna Qurbanê pîroz nekirine û hestên xwe ên bi êş wiha vegot: "Rûxmî her tiştî em aştiyê dixwazin. Bila dilê dayîkên din neşewite êdî, dilê min şewitî bese. Ji ber qetilama ku pêk hatî kes îsal Cejnê Qurbanê pîroz nekir. Mêvan tenê ji bo şînê hatin malê min. Ez hîna hînê mirina kurê xwe nebûme. Ez çûm odeya wî, li tiştê wî dinêrim lê ew tune ye. Di nava malê de her dem çavê min li wî digere. Li her cihê mal bîranîn û şopê wî heye. Fêrbûna nebûna wî gelek zehmet tê ji min re. Ji ber qatîl Erdogan min vê cejnê bê Vedat derbas kir. Kurê min ne hat û destê min maç nekir, lê belê ez çûm ba wî. Min destê xwe li ser mezelê wî gerand û maç kir. Min wiha cejna kurê xwe pîroz kir. Kurê min li şehîdgehê hat defin kirin û li dora wê gelek şehîd hene."

'Heya gelê Kurd azad nebe ez ê cilên reş dananim'

Vesîle diyar kir ku ew ê di tevahî jiyana xwede dev ji têkoşîna xwe bernede û wiha pêde çû: "Ez dayîka hemû têkoşer û şehîdên ku di riya têkoşîna azadiyê de li hember terora dewletê jiyana xwe ji dest dane me. Erdogan dihzire ku bi tundiyê me ji têkoşînê veqetîne. Lê ew ê tu caran bi sernekeve. Her wendahiyek me a têkoşînê me bi hêztir dike. Ji bo bîranîna şehîdên xwe em têkoşîna xwe didin jiyan kirin." Vesîle diyar kir ku heya aştî pêk neyê ew ê cilên xwe ên reş ji ber neke û wiha got: "Ez ê ji bo Vedat û gelek lehengên jin û mêr têkoşîna xwe bidomînim. Heya ku ev xwîn raweste û gelê Kurd li ser van axan azad nejî ez ê cilên reş ji ber nekim."

'Heya ku aştî pêk neyê dê her xwîn bê rijandin'

Xweşka Mahsun Îltaş Miyaser Ozkan diyar kir ku ew cejnê bi dilxemgînî derbas kirine û wiha pêde çû: "Ji bo me cejin nayê hesbandin. Me cejna xwe di korîdorên nexwaşxanê derbas kir. Dayîk, bav û xizmên min hîna li nexwaşxanê ne. Wateya vî cejnî li ba me tune bû. Piştî birayê min birîndar bû dayîka min hişê xwe wenda kir. Destûr nadin me, ku em bikevin odeya wî a nexwaşxanê. Dayîka min di korîdorên nexwaşxanê de radikeve. Bûyerên ku me jiyan kir nêrînê me guhert. Dijmin bêy ku me nasbike me kir dijmin li hember xwe. Ne tenê dilê me dilê gelek kes birîn kirin. Rihmê li zarokê 35 rojê a Cizîrê jî nekirin û qetil kirin. Destûr nadin ku gel cenazeyên xwe bispêrin axê. Dayîk cenazeyên xwe di sarincê de veşartin. Li Tirkiyê gelek bûyerên xirab tên jiyan kirin. Divê mirov Tirkiyê terk bike û biçe. Heya ku aştî pêk neyê dê her xwîn bê rijandin."

'Parastina cewherî a gelê Kurd rewa ye'

Miyaser da zanîn ku li hember tundiyê gelê Kurd dê têkoşîna xwe bidomîne û wiha domkir: "Dibe ku îro birayê min birîndar bûye, lê ez ê vê bê adeletiyê nepejrînim. Ez dewletê şermezar dikim. Em dewletek bi vî aweyî naxwazin. Em dewletek ku zarokan qetilbike naxwazin. Gelê Kurd dê tu caran dev ji têkoşîna xwe bernede. Bi salane gelê Kurd li hember hemû êrîş xwe diparêze. Mafê gelê Kurd nayê naskirin. Mirov xwe diparêze. Parastina cewherî a gelê Kurd rewa ye. Heya mirinê gelê Kurd dê hebûna xwe biparêze."

(rc)