'Dê ji vê şitilê bi hezaran şitil şîn bibin'
17:41
JINHA
AMED - Bilal Meygil ê ku di 9'ê îlonê de ji aliyê polîsan ve li Farqînê birîndar bûyî û piştî tekoşîna jiyanê ya 20 rojan jiyana xwe jidest da ji aliyê bi hezaran ve hat definkirin. Dayîka Bilal Sevim got: "Bilalê min şitlekbû. Şitla min qetandin. Min şitla xwe Bîlalê xwe sipart axê."
Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan di 9'ê Îlonê de zarokê 16 salî Bilal Meygîl birîndar kiribûn. Bîlal Meygîl li nexweşxaneya Dunya ya Êlihê jiyana xwe ji dest da. Bilal, li ber deriyê malê dema bi gogê dilîst, polîsan bi kanasê ew birîndar kiribûn. Piştî dermankirina 20 rojan a li Nexweşxaneyê îro serê sibê jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiya Bilal hat kirin malbatê cenazeyê wî li Goristana Şehitlikê ya Taxa Tekelê ya Farqînê bi girseyî defin kirin. Di merasima cenazeyê Bilal de Wekîlên Şaredarê Farqinê Kerem Canpolaten û Zuhal Tekiner, rêveberên MEYA-DER'ê rêveberên HDP-DBP'ê yên Amed û Farqînê, ciwanên parastina taxên Tekel, Mescit û Konakê dikin jî di navde bi hezaran kes amade bûn.
Cenazeyê Bilal, heta taxa Tekelê bi karwan anîn, pişte darbesta Bilal danîn ser milê xwe û heta goristanê meşiyan. Girsê darbesta Bilal bi ala kesk, sor û zer pêçan û nêzî 2 kîlometreyan heta Goristana Şehitlikê meşiyan. Girsê bê navber siloganên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Farqînê" berz kirin. Meş li goristanê bi dawî bû. Ciwanên parastina taxên Tekel, Mescit û Konakê dikin li ser goristanê jî parastina girsê kirin û ji bo Bilal Meygil merasim pêk anîn. Piştî merasimê cenazeyê Bilal defin kirin.
Piştî cenaze hat definkirin, girsê rêz girt û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin. Rêveberên MEYA-DER û DBP'ê diyar kirin ku soz didin dê doza wan bişopînin. Dayika Bilal Sevim Meygil jî diyar kir ku kurê wê Bîlal şitl bû û wiha got: "Min şitla xwe Bîlalê xwe spart axê. Şitlek ji min stendin, lê dê hezar şitlên din aj bidin. Kurd naqedin. Em bang li Erdogan dikin û dibêjin bila kezeba te jî bişewite. Bila aqûbet li serê te be jî."
Piştî axaftinê girse ji bo sersaxiyê derbasî Mala Sersaxiyê ya taxa Tekelê bû. Sersaxî dê 3 rojan berdewam bike.
(zt)