Li Kampusa Cebecî boykota dibistanê
18:06
Îlon
28
/ 2015
JINHA
ENQERE- Li Zanîngeha Enqerê xwendevanan bi boykota dibistanê dest bi dema nû kirin.
Kongira Civaka Demokrat (KCD) ji bo zimanê zikmakî bibe zimanê perwerda fermî banga dibistanan boykotê bikin. Xwendevanên Zanîngeha Enqerê ADYOD bersiv dan banga boykotê û li Kampusa Cebeci yê bi pankarta "Bê ziman jiyan nabe" di dema nû de ders boykot kirin. xwendevanan anîn ziman ku wê boykot heftiyek berdewam bike. Xwendevan bi stran û dîlanê stand vekirin û li standê qala girîngiya perwerda zimanê dayîkê kirin.
(ha/zt)