Nêzî 50 rojnameger û welatiyan hatin binçavkirin
21:24
JINHA
AMED - Bi dehan polîs û tîmên tayîbet bi çekan ketin hindirê avahiya Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê, Azadiya Welat û KURDÎ-DER'ê. Nêzî 50 rojnameger û xebatkarên KURDÎ-DER'ê hatin girtin binçavan.
Li Amedê polîsan avêt ser avahiya ku DÎHA, Azadiya Welat, Weşana Aram û KURDÎ-DER'ê heye, bi hinceta "gumana bi makul" 50 xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat û KURDÎ-DER'ê hatin binçavkirin. Di nava wan de edîtor û nûçegihanê DÎHA yê jî hene hemûyan berjêrê qata jêrê kirin û dest danîn ser telefon, nasname û tundiyê li wan kirin. Piştre polîsan 50 kesan li wesayîtên zirxî yên li dora avahiyê dorpêç kiribûn siwar kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Hat hînbûn ku di destê polîsan de tu destûra lêgerînê tunebûye, belgeyekî fermî tunebûye. Piştî 24'ê tîrmehê AKP'ê konsepta şer xistibû meriyetê DÎHA 20 caran hatibûn sansûr kirin. Bi rojan pêşberê avahiya ajansê wesayîtên zirxî dihatin rawestandin.
Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne:
Mujdat Can, Dicle Muftuoglu, Reşit Bayram, Omer Çelik, Devren Toptaş, Mazlum Dolan, Nurettin Akyıldız, Siyabend Yaruk, Ercan Bilen, Ferah Kılıç, Meltem Oktay, Ramazan Olçen, Zafer Tuzun, Zeynel Abidin Bulut, Besalet Yaray, Ferit Koyluoglu, Mahmut Rubanas, Aziz Oruç, Ayşe Nevroz, Suzan Toprak.
(zt)