Rojnamegeran li ber avahiya DİHA yê dest bi çalakiya runiştinê kirin

22:54

JINHA

AMED - Piştî êrîşên polîsan ser avahiya DİHA û Azadiya Welat û tindiya ser rojnamegeran hatî kirin û binçavkirina wan hemû rojnamegerên hatin ber avahiyê dest bi çalakiya runiştinê kirin.

Ji ber êrîş û tindiyên polîsan li rojnamegerên DÎHA û Azadiya Welat kirin ji bo xwedî derketinê rojnamegerên çun ber avahiyê dest bi çalakiya runiştinê kirin. Rojnamegerên Cemyeta Rojnamegerên Azad û hemû rojnamegerên hatin ber avahiyê dest bi çalakiya runiştinê kirin û gotin: "Ev qas tindî li ser ti çapemeniyên dinê nehatine kirin. Ji ber tindiya li ser rojnamegeran hatî kirin emê jî li hempîşeyên xwe xwedî derkevin" û dest bi çalakiya runiştinê kirin. Di çalakiyê de duruşmên weke "Çapemeniya Azad bêdeng nabe" û "Çapemeniya azad nebitenê ye" tên bilind kirin.

(zt)