Rojnamegerên hatin binçavkirin serbest hatin berdan

08:09

JINHA

AMED - Piştî serdegertina avahiya DİHA û Azadiya Welat rojnamegerên hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Rojnamegerên serbest hatin berdan gotin: "Çapemeniya azad bêdeng nabe."

Polîsan ser avahiya DÎHA û Azadiya Welat a li semta Huzurevleriya navçeya Peyasa Amedê de girtin paşê rojnamegerên hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Piştî bi çekan êrîşî hindirê avahiyê kirin 32 rojnameger girtin binçavan û birin Şaxa TEM'ê ya Emniyeta Muduriyeta Amedê. Piştî karê li Emniyetê ji bo kontrolê birin Nexweşxana Dewletê ya Selahattin Eyyubi û paşê jî rojnameger serbest berdan.

Che Gûevara Dargin ê emrê wî biçûk e, ji ber biryara lêgerînê ya ji dozeke kevin, birin Şaxê Zarokan ê Midûriyeta Polîsan.

'Çapemeniya azad bêdeng nabe'

Piştî karê nexweşxanê Endamê Desteya Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad Mehmet Ali Ertaş daxuyanî da. Mehmet Ali diyar kir ku ew bi bêmafî girtine 7 saetan dibin çavan de hêlane û wiha domand: "Armanca van girtinên bêmaf bêdengkirina çapemeniya azade. Lê dê ticarî çapemeniya azad bêdeng nebe."

Paşê jî edîtorê Azadiya Welat Ramazan Olçen jî bilêv kir ku dê ticarî çapemeniya azad bêdeng nebe û heya dawiyê rastiyan bişopîne.

(zt)