Li gel astengiyên leşkeran jî jin li cenazeyan digerin

09:09

JINHA

ŞIRNEX- Welatiyên Elkê piştî şer dest bi gera li cenazeyê gerilayan kirin. Welatiyên ku li herêma bombabaran kirin li cenazan digerin tevî ewlehiya jiyana wan tine ye jî gera xwe berdewam dikin. Di nava wan de gelek jinên temen mezin jî hene û dibêjin; "Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li pey cenazê xwe bin."

Gera welatiyên Elkê ya li cenazeyê gerilayên HPG û YJA- STAR'ê dewam dike. Di roja yekemin de leşker derketibûn pêşiya gel da ku wan asteng bikin. Gel jî bi gotinên wek: "Em cenazê leşkeran jî yên gerilayan jî li erdê nahêlin cenazê leşkaran ku we nikaribû bînîn me anî" bertek nişandan û wan derbas kirin. Di nava welatiyên derketine gerê de jin, kal û pir jî hene. Çend jin li binê siya darekê runiştine û sitranan dibêjin. Ji wan jina bi navê Meryem Cin ku ev du roje turikê wê li pişta wê ye û li ceneze digere jî li binê siya vê darê runiştiye dibêje; "Ez birindarim xwişkê." Dayika bi navê Pîroze Dursun destevala tê xwarê û bi çavekî tije hêstir wiha dibêje:"Dayê min poşet anî ku ez perçê lawê xwe têximê lê min wî nedît."

'Heya jinek jî hebe ev doz naqede'

Jinên ku westiyane hêstir diberînin li ber vê sitranê. Meryem dibêjê: "Me hîn jî cenazeyê xwe ne dîtine hin şewitandine hin birine. Em nizanin çend cenazê me birine loma em neçarin binêrin ka cenazê me hene an na." Meryem wek her dayikek kurd nifira li Erdogan dike û wiha dewam dike: "30 sal berê birayê min kuştin gotin Kawaciye. Ev sî sale em di nava vî şerî de ne û hero ciwanê me tên kuştin." Meryem bilêv kir ku ger jinek kurd jî bimîne ev doz naqede û wiha dawam kir: "Eger jinek jî hebe wê zarokên xwe xwedîbike û bigihîne vê dozê." Dema ku me pirsî evder herêma leşkerî hatiye ilan kirin wê çawa leşkeran derba kir û win hatin dibêje: "Evder ne herêma leşkeriye evder erdê bav û kalê me ye."

Jina bi navê Piroze Dursun ku ew jî diya gerilayane jî dibêje: "Ka em çi bijên yadê. Ev kesên ku ezîzê me dikujin û parçê wan jî nadin me xwedê li wan jî wiha bike. Fermane fermana gencane, fermana keç û lawane."

Jina ku bi poşetan li perçê lawê xwe digere…

Jina bi navê Meryem Cin jî dibeje êdî kurd ne kurdê berê ne û wiha di axive: "Êdî kurd bi tu awayî li pey Erdogan naçin. Me xwîna xwe canê xwe daye van çol û çiyan. Heya xwîn di canê me de heye emê li pey van cenazê xwebin." Meryem anî ziman ku berê Kurd ji hevdû dur bûne lê niha dilê her çar perçê Kurdistanê bûne yek.

Girse piştî ku li bin hemû dar û beran digerin tên xwarê. Em disa rastî dayika Pîroze tên dayika pîroze ku ditirse kurê wê jî li vê herêmê hatibe kuştin bi çavekî tije hêstire. Poşetê di destê xwe de nişan dide û wiha dibêje: "Dayê min poşeta anî ku ez perçê lawê xwe têximê lê min nedît."

Dayika ku digrî dibêje; "Em naxwazin tu dayik bigrin ne dayîkên leşkera ne yên gerîlayan."

'Ev sê rojin em asê mabûn'

Pişt re gel diçe Deşta Kurkê û dîsa bi çiyave dikşe. Di nava van de dayike 60 salî jî hey eli vê derê teht wek kêrê tuje û rêveçûn zehmet ev dayik jî bêhna wê diçike û dibêje em şêhîd û birîndarê xwe digerin.

Jina bi navê Xemrê jî bilêv kir ku ev sê rojin li zozenê Elkê asê mane û nekarîbûne bi hewara gelê Elkê hatine û ev tişt got: "Em dewa şehîdê xwe û axa dikin. Erdogan bi hemû hêza xwe êrîşê me dike xema wî ne gerîla ye ne jî leşkerin."

Jin ji bo rojekadin li herêmake din lêgerîn pêk bînin xwe amade dikin.

(kom/zt)