Jin: Emê bersiva pêwîst di 1'ê Mijdarê de bidin heskiriye kursiyan

09:39

JINHA

STENBOL - Jinan diyar kirin ku polîtîkaya şer a li Kurdistanê dimeşînin ji ber berjewendiyên xwe yên sindoqanin, ewê di 1'ê Mijdarê de bersiva pêwîst bidin heskiriyên kursiyan û gotin: "Bi van qirkirinan re îktidar û Tirkiyeya nû baş tê dîtin. Dê di 1'ê Mijarê de gel bersiva 'tu nikavê vî welatî birêve bibê' bidin AKP'ê. "

Di çarçova polîtîkaya şerê deshilatiyê û qirkirinên li Kurdistanê tên kirin de piştî Cizîrê li Elkê û Bismilê berdewam dike. Hîna fermana "Jin be zarok ber ya pêwîst bikin" di meriyetê dene. Qetilkirinên zarokan hîna berdewam dikin. Duh li Bismilê qetilkirina Elif Şimşek a 8 salî jinên li aliyê Tirkiyê rakirin ser lingan. Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) yê Pinar Kandal da zanîn ku bûyerên tên jiyan kirin hem siyasî û hem jî mirovîne û wiha domand: "Aliyê wê yê siyasî yên hilbijartinên 7'ê Hezîran bû." Pinar destnîşan kir ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo AKP'ê peyamek bû û wiha berdewam kir: "Peyama hatî dayîn 'Pirsgirêka kurd çareser bike' bû. Li ser erdnîgariya ku peyama ger tu pirsgirêkê çareser nekê di aliyê siyasî de emê deshilatiya te weke vîna xwe nebînin, bersivê bi qirkirinan dide."

'Gelê herêmê yê ku AKP'ê jê deng negirtî ceza dike'

Pinar anî ziman ku tiştên îro tên jiyan kirin encama 7'ê Hezîranê ye û wiha dom kir: "AKP bi peyama ji wê derê girtî tevdigere. AKP'ê bersiva dayî gelê kurd rewşa şer a niha di navê dene."

'Heta ehlaqê şer jî heye'

Pinar anî ziman ku ji dema AKP hatî deshilatiyê heya niha qirkirin berdewam dikin û wiha pêde çu: "AKP hînî qetilkirina zarokan bûye. Di be ku ew gotin gelek bi êş be lê me gelek jiyan kir." Pinar gotinên Recep Tayyip Erdogan ên weke "Jin be, zarok be dê hêzên me ya pêwist bikin" bibîr xist û wiha dom kir: "Qetilkirinên sivîlan ne nû dikin, lê di vê dema dawiyê de heya zarokan jî qetilkirinê gelek giran hat. Ev tabloya heyî ji bo hemû gelan gelek giran tê. Heta şer jî ehlaqê xwe heye, sivîl û zarok nayên qetilkirin." Pinar derbirî ku ewê di 1'ê Mijdarê de jî gel bersiva pêwîst bidin heskiriyên kursiyan û gotin: "Bi van qirkirinan re îktidar û Tirkiyeya nû baş tê dîtin. Dê di 1'ê Mijarê de gel bersiva 'tu nikavê vî welatî birêve bibê' bidin AKP'ê."

'Rojek a em rastî mirinên zarokan nehatine nîne'

Seroka Giştiya Partiya Sosyalîstên Tênçewisandin (ESP) ê Sultan Ulusoy jî diyar kir ku dixwazin li Kurdistanê qetilkirina zarokan ji rêzê bikin û got: "Tenê rojek a ku em ratî qetilkirina zarokan neyê nîne. Em her roj bi mirinek nû şiyar dibin. Ji zarokên 35 rojî heya zarokên 8 salî... Ev rewş nayê pejirandin." Di derbarê tiştên tên jiyan kirin de wiha bertekên xwe anî ziman: "Pêvajoya bi Pirsusê despêkir û Zergelê berdewam kir. Paşê jî li Cizîrê rewşa awarte îlan kirin." Sultan anî ziman ku ev rewş bi giştî hemû mirovan û tayîbetî jî jinan gelek bandor dike û wiha dom kir: "Jin li kolanan bertekên xwe tînin ziman. Em weke ESP qirkirinên sivîlan şermezar dikin û weke partî emê li peyî hemû çalakiyên gel cîh bigirin."

(zt)