Jinên Hemşinlî: Daxwaza perwerda zimanê zikmakî ya Kurdan daxwaza meye jî
10:27
JINHA
ÎZMÎR - Canan Hacimuratoglu diyar kir ku daxwaza KCD'ê ya zimanê zikmakê bibe zimanê perwerdê tenê ne ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan girînge û got; "Pirsgirêka wî welatî dişewtîne wê bi perwerda zimanê zikmakî û bi hevrebûna gelan dawî bibe"
Li ser banga KCD'ê a boykota dibistanan ji welatiyên Hemşinliyê jî alikarî hat. Li hemberî hişmendiya dewleta netew ya tekane jinên Hemşinliyê bi zimanê hemşini di axifin û diyar kirin daxwaza gelê Kurd a perwerda ziman daxwaza wane jî.
'Zimanê zikmakî hêzeke'
Canan destnîşan kir ku mafê perwerda zimanê zikmakî binyadekê miroviye, ne rewşek ku kesek bi recayê zimanê xwe biaxfe û perwerde bibîne ew mafekî xweza yi ye. Canan anî ziman ku ji ali çandê û civaknasiyê de jî divê were pejirandin û wiha domand: "Pirsgirêka ku wî welatî dişewtîne wê bi perwerda zimanê zikmakî û bihevrebûna gelan dawî bibe."
'Divê hemû gel li zimanê xwe yê zikmakî xwedî derkevin'
Anjela Karaibragimva ji diyar kir ku daxwaza gelê Kurd a perwerda ziman daxwaza wane jî, dewlet a ku polîtîkayên bişaftin û îmhakirinê li ser gelê Kurd dide meşandin di serî de ser zimanê zikmaki dike. Anjela bilêv kir ku perwerda zimanê zikmakî ne tenê gelê Kurd divê hemû gelê cîhanê xwedî lê derkevin.
Anjela da zanîn ku dema dest bi dibistanê kiriye bi tirkî nizanbûye û anî ziman ku zarokên Kurd di pergala dewletê de çi zoriyê dikşînin û çawa mafê wan tê binpêkirin baş dizanin. Anjela anî ziman ku di wê pêwajo yê de ew li ba gelê Kurd û perwerda zimanê zikmakî cîh digire.
(ha/zt)