Êrîşî 'Şehîdgeha Xerzanê' kirin
10:33
JINHA
BEDLÎS - Li Bedlîsê tîmên taybet û leşker êrîşî "Şehîdgeha Xerzanê" kirin û hat ragihandin ku gelek wesayîtên kar ber bi şehîdgehê ve hatin şandin. Leşker bi wesayîtên zirxî rêya şehîdgehê ji çûn û hatinê re girtin. DBP li hemberî êrîşa şehîdgehê banga xwedîderketinê li her kesî kirin.
Li ser fermana Serokwezîr Ahmet Davutoglu li hemberî şehîdgehên gorên cangoriyên azadiyê lê ne êrîş zêde bûn. Piştî hilweşandina "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" vê carê êrîş bir ser "Şehîdgeha Xerzanê". Di seatên serê sibê de leşker û tîmên taybet ji bo êrîşî şehîdgehê bikin wesayîtên kar şandin herêmê. DBP û HDP'a Bedlîsê banga xwedîderketina şehîdgehê li her kesî kirin. Leşker bi wesayîtên zirxî rêya Bedlîs û Xîzanê girtin û hewl didin pêşiya çûna welatiyan bigirin.
Hat ragihandin ku xetên telefon û înternetê hatine qutkirin.
(zt)