Ji ber ku pêl wêneyên keça wê kirin bertek nîşan da hat bin çav kirin

11:06

JINHA

EDENE - Di saetên serê sibê de li taxên Daglioglu û Gulbahçe yê polîsan ser malan de girtin. Di serdegirtinê de polîsan pêl wêneyê keça Hatun Arzu kirin, ji ber ku Hatun bertek nîşan da hat binçav kirin.

Li baxçê Nexweşxaneya Bakur a Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhan a Edenê hinek kesên nasnama wan nediyar ser wesayîta polîsan de girtin, di encamê de 2 polîs mirin. Piştî bûyerê di saetên serê sibê de polîsan ser taxên Daglioglu û Gulbahçe de girtin.

Yek ji malên bûn hedefa serdegirtinên polîsan jî mala Hatun Arzu (55) bû. Hatun a ku keça wê di nava refên PKK'ê de şehît ketiye, ji ber bertek nîşanî wê helwesta polîsan daye ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku Hatun birin Emniyeta Muduriyeta Edeneyê.

(ha/zt)