Asya Yûksel: Bi nexşeya rê ya Abdulla Ocalan re me rêveberiya xweser avakir
11:14
Dîlan Karamanoglu - Pîroz Zırıg / JINHA
ŞIRNEX - Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yûksel, derbarê rêveberiya xweser a li Cizîrê hatine avakirin de wiha got: "Li dijî polîtîkaya înkar û îmha ên dewletê, me ji nexşeya rê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye mînak girt û me rêveberiya xwe ya demokratîk îlan kir. Ne kesek ji Enqere bê rêveberî bike, ev gel dê bi xwe xwe rêvebibe."
Di encama dorpêça li ser Cizîrê piştî 21 sivîl jiyana xwe ji dest da, bi îlankirina rêveberiya xweser a gel êdî komînên xwe avadike û xwe bi rêvedibe. Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yûksel derbarê rêveberiya xweser de da zanîn ku li hember polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewletê pêngava şênber îlankirina rêveberiya xweser bû. Asya wiha got: "Di salên borî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nexşeya rê pêşkêşî me kiribû. Li ser bingehê nexşeyê rê îlankirina rêveberiya xweser a demokratîk, ne tenê li ser daxwazê gelê Kurd bû, ji bo înşakirina rêveberiya demokratîk ya hemû gelên bindest a Rojhilata Navîn bû. Birêz Abdullah Ocalan di sala 2012'an de bi siyaseta demokratîk pêvajoya aştî da despêkirin."
'AKP'ê xwest li ser bedena jinê Kurdan bixîne'
Asya destnîşan kir ku, hikûmeta AKP'ê bi helwestên xwe li dijî pêvajoyê aştiyê derket û wiha domkir: "Hikûmeta AKP'ê bi hemû hêzê xwe êrîşê Şoreşa Rojava kir. AKP'ê jidiliyê xwe piştgirî da çeteyên DAIŞ'ê û hemû çapemeniya cîhanê vê yekê diyar kir. Piştgirya AKP'ê ji bo pêvajoya aştiyê bi vî aweyî bû. Li Kurdistanê qereqol û bendav avakir ku têkiliyê gerîlla û gel ji hev qût bike. Ciwanên me di nava kolanan de hatin qetilkirin, çiyayê me hat bombebaran kirin daristanên me hatin şewtandin û gelek zindî jiyana xwe ji dest da. AKP'ê xwest li ser bedena jinê gelê Kurd têk bibe." Asya da zanîn ku li dijî polîtîka û kiryarên AKP'ê ên qirêj ew ê rêveberiya xweser avabikin û wiha got: "Heya ji destê me bê em ê rêveberiya xweser bi hêz bikin. Ne kesek ji Enqere bê rêvebibe, ev gel dê bi xwe rêvebibe. Modela jiyana me bi vî aweyî ye. Em li dijî kapîtalîzmê alternatîfin."
'Em komînên ku nûnertiya wê jin neke qebûl nakin'
Asya da zanîn ku rêveberiya xweser li ser 8 xalan bingeha xwe avadike û wiha pêde çû: "Em ê li ser xalên perwerde, tendûristî, rêxistinbûna siyasî, jin, ciwan, dadê civakî û ekolojî komîsyon ji bingehîn avabikin. Heya niha li tevahî Cizîrê me bi giştî 140 komîn avakir. Niha jî em li ser nûnertiya komînan radiwestin. Em komînên ku nûnertiya wê jin neke qebûl nakin. Rêbertiya me rêgezê jiyanê diyar kiriye divê ji sedî 50 koteya jin were diyar kirin. Hebûna jin xebatê dixe nava ewlehiyê. Ji ber vê em dixwazin rengê jinan di nava komînan de avabikin."
'Me bi zihniyeta feodal jî tevgera jin da pejrandin'
Asya diyar kir ku, ew salek û nîve li Cizîrê di nava xebata tevgera jin de cihê xwe digre û wiha pêde çû: "Bi hezaran pirsgirêkê jin û malbat gihêşt destê me. Lê bi tu şêwayî me serî li dadgeha dewletê neda. Ji sedî sed me serkeftin bi dest nexist, lê belê pirsgirêkê herî zêde meclîsa me çareser kir. Li tevahî Kurdistanê me tevgera jina da qebûl kirin. Li Cizîrê jî wiha ye eger pirsgirêkê jinek hebe û em dest navêjin ew pirsgirêk çareser nabe. Me zîhniyeta feodal a li hember jinê guhert û da qebûl kirin. Hevalên mêr bi rêz me pêşwazî dikin. Ev mafe û nirxek ku Rêbertî diyarî me kiriye."
'Tilîliya dayîkan dengê pêvçûnê wenda dike'
Asya bi lêvkir ku AKP'ê dixwast di şexsê Cizîrê de hemû Kurdistanê têk bibe û got: "Plansaziyê AKP'ê bi cih ne hat û rewşek dijber hat jîn. Vî gelî bi rêxistin kir. 9 rojan em di nava şer de man. Li aliyek topên hewanê û gule li ser me dibarî li aliyê din hemû gel di kolanan de bû. Hevalên jin û dayîkên me, bi tilîlî durişme û dengên tenekê ên ku derdixistin, bersiva dengê topên tangan û hewanan didan. Dayîk jiyana komînal înşa kirin. Serê sibê zû radibûn û nanê gerim çêdikirin, hewldan ku mirovek birçî nehêlin. Bersiv li hember polîtîkayê înkar û îmhayê bi vî aweyî hat dayîn." Asya diyar kir ku, gelê Kurd tawîz nedan şer û wiha domkir: "Me jiyana komînal jiyan kir. Her sibê me zikê xwe bi totikê têrdikir. Di nava şerê gerim de jî me li ser avakirina komînan nîqaş dida meşandin. Kes nikare hêza gelê Kurd têk bibe. Bi taybet heyan ku dengê tilîliya jinan hebe kes nikare hêzê me têk bibe. Bila AKP'ê vê yekê baş bizanibe. 28 serhildanên Kurd pêk hatiye. Lê pêvajoya niha û wê demê ne yeke. Di roja îro de hemû gel bi gelê Kurd re di nava piştgiriyê de ye. Em ê ber bi rojên xweş ve gav bavêjin."
'Heya Abdullah Ocalan azad nebe em jî azad nabin'
Asya di dawiyê de bang li gelê Cizîrê kir û wiha got:
"PKK'ê çawan bi sê kesan xwe veguherand milyonan gel, dê tiştek me ji têkoşîna me paşve gav nede avêtin. Dexwaza me di vê pêvajoyê de ji gelê Cizîrê ew e ku, em hêzê xwe belav nekin û li hember şerê psîkolojî a dewletê bi hêzbin. Em dev ji malê xwe bernedin. Li dijî êrîşan divê em rêxistina xwe bi hêz bikin û axê xwe terk nekin. Em biçin her deverê Tirkiyê dê ev bûyer bên jiyan kirin. Li şûna ku em li cihek din rastî îmhayê bên li ser axa xwe û di malên xwe bi şeref mirin çêtire. Bila tu kes mal, ax û avê xwe ji AKP'ê re nehêle. Ji ber ew ê werin û dest danin ser û cardin nedin me. Em bi nan û pîvazek bijîn çêtire. Me rojên teng jî dît. Yek ji Edîrneyê bê nikare li hember vê zehmetiyê bijî, lê em li hember zehmetiyên jiyanê bi serketin. Di dawiyê de jî dixwazim vê yekê bêjim. Heya Abdullah Ocalan azad nebe em jî azad nabin. Em her dem azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Azadiyek ji bilî vê naxwazin."
(rc)