Amed xebata rê û gêhandinê dixwaze
11:19
JINHA
AMED - Şarederiya Bajarê Mezinê Amedê anketa "Hûn dixwazin Şarederiya Bajarê Mezinê Amedê kîjan xebatê xwe pêş bixe" welatiyan bersiv da û herî zêde di ankete de diyar bu ku xebata rê û gêhandinê dixwazin.
Anketa li ser malpera www.diyarbakir.bel.tr hatibû dest pê kirin, diyar bû: Ji sedî 14,91 xebata rê, ji sedî 12,91 gihandin, ji sedî 10,03 qada ciwakî zêde bide, ji sedî 9,91 xebatê çandê, ji sedî 9,22 park û qada şînayiyê, ji sedî 8,87 xebatê qaldirim mê, ji sedî 8,54 binavayî, ji sedî 8,1 wesayîtên şaredariyê zêde bibe, ji sedî 7,53 girîngiyê bidin ser perwerda malbat û zarokan, ji sedî 5,86 têkiliya gel, ji sedî 2,75 xebatê jinan û ji sedî 1,79 jî hewl bidin xebatê av ê. Herî zêde welatiyan xwestinê hewl bidin xebatê rê û gihandinê.
(ha/zt)