Filor Uluk: Dê jin vî şerî rawestîne
11:40
Oyku Dilara Keskin / JINHA
STENBOL - Filor Uluk a ku di nava projeya 'Ji bo Aştiyê Tu jî Tulbendekê Girêde' de cîh digire û ji bo şêwirmendiya bi gelê Cizîrê re hatî Cizîrê diyar kir ku divê di serî de li ser pirsa çima kurd derdikevin çiyan fikirîn bê kirin û got: "Gerlia bi daxwaza xwe li wê ne divê ev baş bê têgihiştin. Dê dayîkên leşker, polîs û gerilayan vî şerî bidawî bikin. Dê jin vî şerî rawestînin."
Bi konsepta şerê Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Kurdistanê dayî despêkirin re qirkirinên sivîlan dikin. Qirkirinên ku bi Pirsusê despêkirî hîna li Kurdistanê berdewam dikin. Ji bo şêwirmendiya bi gelê Cizîrê yên ku piştî dorpêça 9 rojan hewldidin bi xwe birînên xwe bipêçin re jinên di proja "Ji bo Aştiyê Hun jî Tulbendegê Girêdin" çun Cizîrê. Jinan ji bo Cizîrê dest bi kampaniyayê kirin. Filor Uluk a ku di nava heman projê de cîh digire da zanîn ku divê her kes li hember qirkirinên li Kurdistanê tên kirin baldarbûn û wiha domand: "Berî çuna Cizîrê me çalakiyek kir. Me Gemiya Nuh di çalakiyê de nîşan da. Ji ber piştî tufanê Gemiya Nuh li ser Çiyayê Cudî daniye. Piştî wê li Cizîrê mirovahiyê despêkiriye. Li cihek wiha bi nirxên pîroz ên mirovahiyê hatî avakirin, bi destê mirovan jiyana mirovan tê tinekirin."
Ji bo malbatên Cizîrê kampaniya
Filor Cizîr weke bajarê mirî binav kir û wiha berdewam kir: "Hemû kolanên nava bajêr hilweşandine. Çekên ku min di jiyana xwe de navê wan nebihîstine bikaranîne. Ez navê wan çekan jî ji zarokan hîn bûm. Me malê xirabûyî û şewitî dîtin, me mirovên bi êş dîtin. Tenê çuyîna dîtina wê têr nake, divê ji bo wî halê wî bajarî tiştek bê kirin."
'Dema ku wekhevî pêşkeve dê ev şer biqede'
Filor wiha dom kir: "Em li bi gelê Cizîrê re xizmin. Em zarokên Adem û Hewa ne. Lê di nava gelan de wekhevî nehêlane, dema ku wekhevî ji nû ve têkeve meriyetê dê şer jî bi dawî bibe. Aştî xwestin serçemandin û lêborîn xwestin nîne. Aştî di nava şertên aram bi hev re jiyankirina gelane. Ji bo wê ye em şatiyê dixwazin."
(zt)