Li Bismilê zarokek din jî hat qetil kirin
11:46
JINHA
AMED - Di Saetên serê sibê de polîsan êrîşî ser taxan kirin, di êrîşê de zarokek din jî qetil kirin.
Li navçeya Bismil a Amedê polîs bênavber zarokan qetil dikin. Du roj berê polîsan bi roketan êrîşî malekê kiribûn û zaroka 8 salî ya bi navê Elîf Şîmşek û ciwanê 22 salî Agid Yildiz qetil kiribûn. Duh êvarî polîsan taxên Esentepe, Şentepe, Rojava, Avaşin, Tekel û Fıratê dorpeç kirin. Polîsan vê sibê jî bi guleyan û bombeyên gazê êrîşî gel kirin û ciwanê bi navê Halil Kurtiş ê 19 salî birîndar bû û zarokê bi navê Berat Guzel qetil kirin. Di êrîşa polîsan de zarokê bi navê Berat Guzel dema li Parqa Halîl Îbrahîm Oruç bû, bi guleya polîsan het qetil kirin.
(ha/zt)