Li Bismilê êrîşî gelê çûn girtina cenaze kirin

12:52

JINHA

AMED - Li Bismilê di êrîşên polîsan de zarokê bi navê Berat Guzel hat qetilkirin. Paşê jî polîsan di hoparloyên mizgeftan û wesayîtên zirxî de anonsên qedexeya derketina kolanan kirin. Dema ku welatiyan hewildan cenazê Berat bigirin rastî êrîşa polîsan hatin, di êrîşê de gelek kes birîndar bûn. Di nava birîndaran de rêveberê DBP'a navçeyê Burhan Karakoç ê polîsan bi panzerê dayî ser jî heye. Ji navçeya ji hatin û çunê re girtî dengê çekan bilind dibe.

Piştî ku rojek berê li navçeya Bismila Amedê qedexeya derketina kolanan îlan kirin û êrîşî gel kirin, di encama êrîşan de yek jê zarok du welatiyan jiyana xwe jidest dan. Serê sibê carekdinê polîsan hewildan têkevin taxa Firat. Di êrîşên polîsan ên ser Taxa Firat de li Parka Halil Îbrahîm Oruç zarokê 12 salî Berat Guzel qetilkirin. Hat zanîn ku dema welatiyan hewildaye xwe bigihînin cenazê Berat ji aliyê polîsan ve ahtine gulebarankirin. Di gulebaranê de li gorî agahiyan kesek birîndarbûye.

Dema ku Rêveberê DBP'ê Burhan Karakoç ê 50 salî jî ji bo girtina cenazê Berat çuye parkê panzera polîsan daye ser. Hat zanîn ku Burhan rakirine Nexweşxana Dewletê ya Bismilê. Li gel êrîşan jî welatiyan xwe gihandin cenazê Berat û rakirin Nexweşxana Dewletê ya Bismilê. Piştî otopsiya despêkê cenazê Berat Saziya Tiba Edli ya Amedê.

(zt)