Dayîka Sakîne: Bi têkoşîna xwe li hember zilmê serî hilda
13:53
Bêrîtan Canozer/ JINHA
AMED - Sakîne Arat a 80'î salî got "Kîjan welat ji dilopek xwîna zarokê te hêjatire" û wiha bang li dayîkên Tirk kir û hêrsê xwe li hember polîtîkayên şer ên îqtîdarê nişan da, "Dibêjin ji ber zarokên we bê hiqûqî kirine hatin qetilkirin. Bê hiqûqî çiye, kiye? Bê hiqûqî ezim, ez! Ê ku li hember zilmê serî hildide û têdikoşe ezim."
Hikûmeta AKP'ê di demên dawî de, li tevahî Kurdistanê polîtîkayê xwe ê şer xistiye meriyetê. Navenda Amed ya wek kelha siyaseta Kurdan tê nasîn bi berxwedana topyekûn bersiv dide êrîşên AKP'ê. Sakîne Arat bi berxwedaniya xwe li hember zilma ku di sala 1990'an de hatî jiyan kirin derketiye û qada têkoşînê vala nehêştiye. Sakîne dayîka 4 zarokane û temena wê 80'î saliye. Sakîne diyar kir ku divê êdî pêşî li van mirinan bê girtin wiha got: "Du zarokên min di nava refên gerîlla de şehît ketin. Kurek min li girtîgehê ye, a din jî di êrîşê Hizbullah de jiyana xwe ji dest da."
'Bi quranê di destê xwede zarokan qetil dikin'
Sakîne piştî zarokên xwe jiyanê xwe fedayê têkoşînê dike. Sakîne diyar kir ku, Tirkiyê ji bo berjiwendiya xwe ya siyasî zarokan feda dike û got ew wek hemû dayîkan di ferqa vê rastiyê de ye û ji bo ku qetilîam pêk neyê ew ê li qadan têkoşîna xwe bidomîne. Sakîne wiha got: "Em zarokên xwe bi sanciyên mezin, mezin dikin. Piştre dewlet tê û ji me distîne. Ji bo ku zarok neyên qetilkirin her şev dema serê xwe datînim ser belîfê diayan dikim. Destê min ser dilê min ez radikevim. Desthilatdaran Quranê -Kerîm di destê xwe de hilgirtine û bang li gel dikin, lê li gorî rêgezên ku di wê pirtûkê de hatî diyar kirin tevnagerin."
'Kîjan welat ji xwînê zarok hêjatire?'
Dayîka Sakîne pirsa: "Çi Rus dibe, Kurd dibe, Ereb û Ermenî dibe ev gel ji Adem û Hevva pêk nehatiye qey?" kir u bang li desthilatdaran kir, "Eger hûn baş ji Îslamtiyê fambikin wê demê komkujiyan pêk neyînin. Destê xwe li ser ax, mal û gelê me bikşînin. Eger hûn me nasnakin me rihet bihêlin. Em dikarin xwe bi rêvebibin. Hûn jî li ser axê xwe jiyan bikin. Ji Kurdistanê dur bisekinin, destê xwe nedin me em jî dest nadin we. Dema ku em li hember şer rabûn ser piya, li şûna ku me terorîst îlan kiribana bila li gel me berxwedabana îro canê me ne dişewitî. Ez malbatê leşkerên ku jiyana xwe ji dest didin famnakim çawan dibêjin 'bila serê welat saxbe'. Piştî te zarokê xwe kir qurbanê polîtîkayên şer, dê kîjan welat sax bimîne? Kûjan welat ji dilopêk xwîna zarokê te hîjatire? Li welatê ku zarokê te lê nejî, saxbe çiye sax nebe çiye."
'Ezê gotina xwe dubare bikin: Erdogan qatîle!'
Sakîne da zanîn ku divê dayîkên Tirk û Kurd li dijî şer bi yek dilbin û wiha got: "Çavê Erdogan tejî nabe. We kir serokwezîr ew got 'ezê bibim serokomar'. We kir serokomar niha jî dibêje 'ez ê bibim serok'. Sibê ger we, wî kir serok jî dê bêje 'vêderê terk bikin, evder hemû ya mine' wê demê jî dê mafê we tune be ku hûn serê xwe hildin. Sewalên mezin çawan ku pêlê sewalên biçûk dike, Erdogan jî weke wan sewalên mezin tevdigere. Dibêje hûn bê zagonî dikin û êrîş dikin. Dibêjin ji ber zarokên we bê hiqûqî kirine hatin qetilkirin. Bê hiqûqî çiye, kiye? Bê hiqûqî ezim, ez! Ê ku li hember zilmê serî hildide û têdikoşe ezim. Ez natirsim, li vir jî dibêjim û li cihê din jî ezê bêjim. Erdogan qatîle, qatîlê zarok û ciwanane. Qatîlê jina ye; qatîlê îxtiyarane û dijminê dayîkane."
'Ên ku hesabê qetilîaman naxwazin jî qatîlin'
Sakîne diyar kir ku divê mafê gelê bê xwastin û got siyasetvanên ku mafê dayîkên zarokên xwe wenda kirine nexwazin dê weke Tayyîp Erdogan qatîl binirxîne. Sakîne wiha domkir: "Kesên ku dewletê bi rêvedibin divê wîjdanên xwe lêpirsîn bikin û ew zarokên xwe rêkin şer. Heya ku zarokên wan nemrin ew ê me fêm nekin. Erdogan zarokê xwe xistiye bin ewlehiyê û delalî mezin dike û zarokên malbatên xizan dixe nava agir de. Dema ku zarokê mirov di nava agirde be xwarin di qirka mirov de naçe. Ez bang li dayîkê leşkeran dikim ku serê xwe li hember vî şerî hildin."
'Ji ber zarokên me jiyanê dixwazin tên qetil kirin'
Sakîne destnîşan kir ku ji ber gelê Kurd dixwazin azad bijîn tên qetilkirin û wiha pêde çû: "Girtîgeh bi ciwanên me tejî bûye. Kesên qatîl, tecevûzkar û diz li kolanan destê xwe dihejînin û jiyan dikin. Zarokên me jî ji ber ku dixwazin azad bijîn tên qetil kirin. Ez 80'î salîme lê hêj bi namûsa xwe dijîm. Heya roja îro min pişta xwe nedaye nirxê têkoşîna gel û zarokên xwe. Heya nefes û hêza xwe yê dawî ez ê xwedî li têkoşîna gel û zarokê xwe derêm. Gel dê hişyar be û zîhniyeta dewlet a faşîzan wê têk bibe, lê divê dereng nemînin. Ji bo ku hîn zêdetir mirov neyên qetil kirin divê şiyar bin. Ev ax bi xwînê hat avdan êdî bese."
(rc)