Cenazeyê Halîl ber bi Bismilê ve bi rê ket
13:58
Îlon
29
/ 2015
JINHA
AMED - Ciwanê 19 salî Halîl Kurtdîş ê li Bismilê ji hêla polîsan ve hat qetilkirin piştî otopsiyê cenazeyê wî ji bo definkirinê ber bi Bismilê ve bi rê ket.
Li navçeya Bismilê ya Amedê piştî rewşa awarte hat rakirin polîsan li taxên Esentepe û Şentepe êrîşî gel kiribûn û di encama êrîşê de Halîl Kurtdîş jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiyê malbata Halîl cenazeyê kurê xwe ji morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlî yê Amedê wergirt û ber bi Bismilê ve bi rê ket.
Hat ragihandin ku cenazeyê Halîl dê li Goristana Şentepeyê bi girseyî were definkirin.
(rc)