'Tindî di kesayeta me de li ser hemû çapemeniyê kirine'
14:48
JINHA
AMED - Dicle Muftuoglu, tindiyên ser DÎHA yê nirxand û got: "Tindiya ku duh li ser me kirin û girtinên binçavan di rastiyê de ser hemû çepemeniyê kirine."
Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi konsepta şerê hatî despêkirin re hema her roj ji aliyê TÎB'ê ve Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA) yê tê sansurkirin. Duh jî tindî ser avahiya ajansê kirin û xebatkarên wê girtin binçavan. Piştî ku nûçeyên serdegirtin û binçavkirina derbasdibû cara 21'an jî ji aliyê TÎB'ê ve rastî êrîşê hat û hat girtin. Beriya serdegirtinê di civînekê de Serowezîr Ahmet Davutoglu di bernameyekê de gotibû "Li Tirkiyê em giringiyê didin çapemeniya azad."
'Xwestin pêşiya rastiyan bigirin'
Gernendeya Nûçeyan a DÎHA yê Dicle Muftuoglu da zanîn ku tenê ev ji êrîşên ji 24'ê Tîrmehê heya niha berdewam dikin yeke û wiha domand: "Hîna êrîşên ser Herêmên Parastina Mediyayê nehatîn despêkirin heya niha dixwazin ajansa me bêdeng bikin. Ji aliyê TÎB'ê ve heya niha bi dehan care sîta me tê girtin. Dixwazin pêşiya rastî dayîna me bigirin. Êrîşa duh jî berdewama vêye. Bi çekan êrîş kirin. Di dema êrîşan de tevgerên erjeng kirin. Li gel ti biriyara lêgerê nebûyî jî bi hincetên ne dicih de êrîş kirin."
(zt)