2. Konfransa Yekîtiya Star ya Til Temir hat lidarxistin

14:56

JINHA

TIL TEMIR - Rêxistina Yekîtiya Star ya bajarê Til Temir 2. konfransa xwe bi avakirina meclîsê û hilbijartina rêveberiyek nû bi dawî kir.

Konferansa Rêxistina Yekîtiya Star bi beşdariya 72 delegeyan ya bajarê Til Temir hat li darxistin. Konferans bi beşdariya Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Leyla Yeşar, Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî, Rêveberên Yekîtiya Star a bajarê Til Temirê Şervîn Munzir, Rêxistina TEV-DEM Çinar Yûsif, Ozgur Kobanê, Jiyan Qamışlo, Endamên saziyê ziman, dadgeha gel, şaredarî, çand û hûner, saziyên sivîl û rêveberên Komînan ve li Salona Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê hat pêk anîn. Konfras bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Endama Rêveberiya Yekîtiya Star Leyla Bişar û Edama Rêveberiya Meclîsa Yekîtiya Star Welîde Botî axivîn. Axaftvanan di destpêka axaftina xwe de hemû têkoşerên ku pêşengiya şoreşê kirine û ji bo azadiya gelan pêşengî kirine û di vê oxirê de jiyana xwe ji des dane, bi bîranîn.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser siyaseta dewleta Tirk a li dijî Rojava û wiha hat gotin: “Divê gelê me li hemberê siyaseta valakirina Rojava hişyar be. Ji ber ku dewleta Tirk bi vê siyasetê dixwaze ku Rojava vala bike û çanda wê tune bike, da ku karibe bi hêsanî dagir bike. Şehîdên me ne ji bo xwe lê belê ji bo me canê xwe feda kirin. Ji bo wê jî divê em li vê axa ku bi xwîna wan hatiye avdan xwedî derkevin û dev jê bernedin."

Piştî axaftinan rêziknameya Yekîtiya Star û perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo dîrok, têkoşîna jin û civak hat xwendin.

Piştre ji bo diyarkirin Endamên Meclîsa Yekîtiya Star a bajarê Til Temirê hilbijartin pêk hat. Paşê jî nav hatin veqetandin û meclîsa nû ku ji 10 jinan pêk tê hat ava kirin. Her wiha Çinar Yûsiv jî weke Rêvebera Yekîtiya Star li Til Temirê hat diyarkirin û Gulêxan Mihemed û Terfe Fewaz jî weke cîgirên wê hatin diyarkirin.

Di dawiya konfransê de soza şopandina riya têkoşeran hat dayîn.

(rc)