Latife Tutuk li ser milê jinan hat oxur kirin

15:14

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di encama gulebarana wesayîtên zirxî de Latife Tutuk a 23 salî jiyana xwe jidest da.

Duh bi şev li Taxa Yeşiltepe ya navçeya Silopiya Şirnexê dema ku jina bi navê Latife Tutuk a 23 salî di çu mala cîranan di encama gulebarana wesayîtên zirxî de jiyana xwe jidest da. Cenazê Latife ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê. Cenaze bi konvoyekê ji Şirnexê ber bi Silopiyayê ve birin. Li Mizgefta Meke yê piştî wacîbeyên olî cenazê Latife ji aliyê jinan ve hat oxirkirin. Cenazê Latife li Gotistana Taxa Yenişehirê hat definkirin. Li ser goristanê bi sîroda "Ey reqip" toren hat çêkirin. Di torenê de dem dem duruşmên "qatîl Erdogan" bilind bûn. Cenazê Latife bi duruşman û duayan hat definkirin.

(zt)