Dayîka Aştiyê: Keça min gerila û kurê min jî leşkere

09:03

JINHA

COLEMERG - Dayika Aştiyé Neriman Kanat a ku keça wê gerilaye û kurê wê jî leşkere wiha got: "Niha 2 zarokén min li hemberi hevin. Keçek min gerillaye kurek min ji leşkere. Çima zarokén me dide hemberi hev? Ev çi wijdane? Bila nefikirin dê bi qirkirinan me biqedînin, yan jî bi tindiyê çavê me bitirsîne. Bila baş bizanin heya dilopa xwîna xweya dawiyê emê li peyî doza zarokên xwebin û li hember bêmafiya wan li ber xwe bidin.

Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji ber ku li gorî dixwestin deng negirtin êrî li deverên deng negirtine qirkirinan dikin. Dayika Aştiyé Neriman Kanat der baré konsepta şerê berdewam dike û boykotkirina dibistanan de nirxandin kir. Neriman dest nişan kir ku bi îmha û înkarek wiha bi ser wan de tên heya gorisanan jî xira dikin û wiha axivi; ''Serokomar Tayyip Erdoğan propaganda ya qurané dike û dibéje ez misilmanim ev çi misilmaniye heya goristanan xiradikin didin şewitandin ev çi misilmaniye. Em kuştinan naxwazin em dayikin, em naxwazin ne leşker ne ji gerilla jiyana xwe jidest bidin. Çî ji destê wî tê dike lé belé bila bizane ku dé berxwedêr biserkevin. Ji ber hem her dem alîgirê aştiyê ne ji bo wê dê serketin ya mebe."

'Niha keça min û kurê min li hemberî hev şer dikin'

Neriman da zanin ku keçek wé gerillaye kurek wé ji leşkere û wiha got: ''Niha 2 zarokén min li hemberi hevin. Keçek min gerillaye kurek min ji leşkere. Çima zarokén me dide hemberi hev? Ev çi wijdane? Bila êdî erdogan dest ji vé siyaseta qiréj berde, ser xwiné serkeftin nayê bidestxistin. Bila ew nefikirin ku dê bi qirkirinan me biqedînin, yan jî bi tindiyê çavê me bitirsîne. Bila baş bizanin heya dilopa xwîna xweya dawiyê emê li peyî doza zarokên xwebin û li hember bêmafiya wan li ber xwe bidin. Duh jî li navçeya Bismila Amedê zaroka 8 sali ji aliyé hikumata AKP'é ve hat qetil kirin. Êdî ewqas bi çavsorî êrîş dikin her roj zarokan qetildikin. Divê her kes vanê êrîşên wan ên fîzîkî, çandî û jiyanî bibînin û li gora wê tevbigerin."

Neriman ji bo boykota dibistanan jî wiha axivi; ''Ez bang li her kesê dikim ku tevlî banga boykotê bibin. Divê her kes li zimanê xwe xwedî derkeve. Ji ber ku ziman mafê me yê herî xwezayiye. Divê jin pêşengiyê ji vê re bikin, ji ber serketin bi tevlîbûna jinan gengaze."

(zyd/zt)