Newroz Ceren: Pêdiviya jinên Başûr bi rêxistinbûn û yekîtiyê heye
09:05
Newroz Dijwar/JINHA
SILÊMANÎ - Aktîvîst Newroz Ceren destnîşan kir ku rêxistinên Başûrê Kurdistanê girîngiyê nade pirsgirêkê jinan û wiha got, "Tevgerên jin di nava saziyên civakî yên wek siyaset, dîplomasî, wêje, hiqûq û hwd. bê bandore. Tevgera jin ji bona ku bi hêz bibe pêdiviya wê bi bîrdozî, rêxistinbûn û çalakiyê heye. Ji ber ku rêxistinbûn pêk ne hatiye, bandora jin jî kêm maye."
Aktîvîsta jin Newroz Ceren a ku xebatê jin li Federala Kurdistanê dimeşîne, tevlîbûna tevgerên jin di qada civakî de û rêbazên têkoşînê ya li dijî tundiyê ji ajansa mera vegot. Newroz diyar kir ku rêxistinên jin li Başûrê Kurdistanê belave û wiha got: "Li Başûrê Kurdistanê gelek rêxistinên jin hene. Di nava van rêxistinan de mirovên îdealîst jî hene lê belê ji bo ku bandorê wê hebe bi şikandina hin qaliban rêve naçe. Li holê pirsgirêka zayendperestî a cidî tê jiyan kirin, pirsgirêka azadiya jin heye. Ev pirsgirêk tenê dibe sedema bi hêzbûna tevgerên jin. Divê wek tevgerên jin di serî de em xwe ji zîhniyeta desthilatdarî û kevneşopiya civakê rizgar bikin. Li holê tevgera azadiya jinê Kurd heye ku em hêz jê bigrin û her wiha li her çar aliyê Kurdistanê tecrûbeyên jin hene ku em bikin mînak."
'Rêxistinên jin wek hebûna siyasî nayê nîşan kirin'
Newroz da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê rêxistinên jin xwe di binesaziya rêxistinên siyasî de bi rêxistin dike û got ji ber vê sedemê nebûye xwedî însiyatîf. Newroz balkişand ku çalakiyê jinan bijarte maye û wiha pêde çû: "Li Başûrê Kurdistan partiyê herî bi navdar û di fermiyetê de tê ziman Encûmanê Xanimane. Ev encûman ji parlementerê berê bi giranî pêk tê. Encûmanê Xaniman bi taybet xebatê roportajê didin meşandin. Rewşa giştî ji rayaderên siyasî re radighîne û hin kampanyayê alîkariyê dide meşandin. Hewldidin ji nekokiyên partiyên siyasî dur rawestin. Ji ber vê hebûnek wan a siyasî nayê nîşandan. Rêxistinên jin ên din piraniya rêveberê wan mêrin û kovarên jin edîtorê mêr amede dike. Heya ev rastî neyê dîtin, vegotina pirsgirêkê dê kêm bimîne. Gelek rêxistinê jin hene û piraniya wan xwe dispêrin xebatên projeyan. Di çerçoveya projeyê de perwerde û xebatên zanistiya civak hene. Lê herî zêde civîn û konferans li dar dixin. Ji ber vê yekê çalakiya wan xwe naghîne her kesî li jor bi hin kesan re tang dimîne. Tevî rexnekirinê jî gelek aliyên baş jî hene. Mînak malên stargehê hatine avakirin, her çiqas pêdiviyên wan kêm be jî lê belê ji hin jinan re cih hatî peyda kirin. Her wiha ji bo buyerên ku pêk tê cardin çalakî li dar dixin."
'Li dijî şîdetê çalakiyên ne radîqale reformîste'
Newroz destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê her sal şîdet li dijî jin zêdetir dibe û rêxistinên jin çalakiyên radîqal pêk nayînin. Newroz wiha domkir: "Pêşî li şîdeta ser jinan girtin bi rêxistinbûna jin wê pêk were. Lê nêzîkatî weke ku ji mêr tê rica kirin ku ew şîdetê pêk neyîne. Bê guman divê zehmetiyên siyasî û zagonî a Başûrê Kurdistan ya li hember jinê jî bê vegotin. Li dijî şîdetê çalakiyên jin ne radîqale reformîste."
'Ji ber bîrdoziya wan nîne ne zelal in'
Newroz wiha domkir: "Ji ber rêxistinên jin dev ji nêzîkatiyên bijarte bernadin nikarin xwe bighînin hemû jinan. Ji ber vê em nikarin pirsgirêkê jin çareser bikin, jin her dem di nava civakê de rastî şîdetê tê û agir berdide bedena xwe. Ji bo buyer ango pirsgirêk bê çareser kirin divê em dev ji dubarebûnên ku dijîn berdin. Her wiha ji bo çareserkirina şîdeta li ser jin divê mirov li ser bingeha derketina wê bifikire, teşhîr bike û li hember wê têbokoşe. Sedema gav ne avêtina tevgerên jin ên Başûrê Kurdistan ji ber bê bîrdoziya wane. Ji ber vê nikarin bibin xwedî helwest û pêşeroja xwe diyar bikin."
'Ji bo ku jin bibe xwedî hêz pêdivî bi bîrdozî û rêxistinbûnê heye'
Newroz diyar kir ku li gel tevgerên jin rêxistinên civaka sivîl jî çalakiya wan lewaz maye û wiha got: "Berî her tiştî armanca min ne kedê tê dayîn ji holê rakirine, tenê rastiya berçav danîna holê ye. Tevgerên jin di nava saziyên civakî yên wek siyaset, dîplomasî, wêje, hiqûq û hwd. bê bandore. Tevgera jin ji bona ku bi hêz bibe pêdiviya wê bi bîrdozî, rêxistinbûn û çalakiyê heye. Ji ber ku rêxistinbûn pêk ne hatiye, bandora jin jî kêm maye."
Newroz da zanîn ku di zagona bingehîn a ku wê li herêmê bê avakirin da zêde cih nedaye jinan û wiha domkir: "Li Başûrê Kurdistan amedekariya zagona bingehîn tê kirin. Di vê mijarê de meclîs bi komîsyon û rêxistinên jin re hevdîtin kir û nêrîn girt. Li gorî ez dizanim sê civîn pêk hatî. Lê hîna tiştek şênber ku mirov bêje wiha ye li holê nîne. Li hember şîdet helwestek me di warê zagonî de pêşnakeve. Li hin camî mele di xudbê de îfadeyên ku rêxistinên jin biçûk bixe tê bikaranîn, ev yek tê wateya êrîş li dijî jinê. Lê belê helwestek a hevpar nîne. Di hin mijaran de jin ji rastiyê wê hatî durxistin, ji hinek buyeran re mudaxele dike, lê jin li hember zîhniyeta feodal parastin gelek zehmete. Ji ber vê yekê rêbazê çareseriyê piranî bi lihevkirinê hewl didin ku çareser bikin."
'Pêdivî bi sekna jinên ku di azadiyê de bi israr heye'
Newroz destnîşan kir ku jin bi têkoşîna xwe yê rêxistinkirî dikarin pêş bikevin û wiha pêde çû: "Pêdivî bi seknek ne di xwede îsrarkirin di azadiya jin de îsrarkirin heye. Divê em bikaribin xwe li dervî partiyên siyasî, nûnerên dewletê îfade bikin. Her wiha pêwîste em dev ji helwestên xwe ên raqîb bûnê berdin. Di armanc de zelalî divê. Eger ev yek pêk neyê pêşketin û guhertin jî wê pêk neyê."
Newroz di dawiyê anî ziman ku jinên Kurd li gorî jinên welatên din xwedî derfetên mezinin û wiha got: "Em wek jinên Kurd li gorî jinên welatên din xwedî derfetên mezinin. Li gelek navendan di dikarin rêxistinbûna xwe berfireh bikin û xwe bighînin hemû komê jinan. Lê berî her tiştî pêdivî bi lêpirsîn û têkoşînek radîqal heye. Em nikarin xebatê xwe ji rêzê bibînin lê belê trajediyên ku dihêle jin xwe bişewitîne hene divê em sekna xwe li hember vê buyerê lêpirsîn bikin."
(rc)