Li ser avahiyên DBP û HDP'ê yên Sêrtê de girtin
09:07
JINHA
SÊRT - Li Sêrtê polîsan bi avahiyên DBP, ÎHD û MEYA-DER'ê û malên rêveberên saizyên kurd de girtin. Di encama serdagirtinê de heta niha 8 welatî hatin binçavkirin.
Li Sêrtê seat di 05.00'an de polîsan bi operasyonên qirkirina siyasî yên hemwext bi ser avahiyên sazî, partiyên saiyasî yên kurd de girtin û her wiha bi ser malên rêveberan de jî girtin. Polîsan bi ser avahiya DBP, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Çandê û Hevkarî, Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine yên Mezopotamyayê (MEYA-DER) de girtin. Bi serdagirtina partiyên siyasî û saizyên kurd re bi ser malên rêveberan de jî girtin. Di serdagirtinan de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Zana Aksu, Rêveberê ÎHD'ê Azat Taş, rêveberên DBP'ê yê Sêrtê Selman Erdemcî û Refîk Kaçar, xebatkarên HDP'ê Mesut Daniş û Serhat Aksum, Rêveberê DBP'ê yê Navçeya Navendî Kadriye Cengîz û Ekrem Tatli bi tevahî 8 welatî hatin binaçvkirin. Hat ragihandin ku lêgerîna li avahiyan û malan hêj didome û nahêlin tu kes têkevin hundir.
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Hatîce Sevîptekîn piştî agahiya serdagirtinaan wergirt çû ber avahiyan û xwest têkeve hundir. Polîsan nehişt têkeve hndirê avahiyê. Hat zanîn ku der barê vê astengiyê de polîsan tu belge nîşanî wê nedane.
(zt)